BI DÎMEN

Ji Strasboûrgê bang kirin: CPT demildest here Îmraliyê!

Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bibe, Kurd û dostên wan li ber Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê hatin ba hev.

MÎTÎNGA JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN

Mîtînga li ber Konseya Ewropayê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Ji gelek welatên Ewropayê Kurd û dostên wan beşdarî mîtîngê bûn. Pankart û dovîzên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, hatin hildan. Li ser dovîzan nivîsa “CPT demildest here Îmraliyê” bal kişand. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, parlamenterên Fransî û Îrlandayî û parêzera damezrînera WîkîLeaks’ê Jûlîan Assange jî beşdarî mîtîngê bû.

Di destpêka mîtîngê de li ser navê organîzatoran daxuyanî hate dayîn û hate bibîrxistin ku ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.

Di vê daxuyaniya ku li ser navê rêxistinên Kurdan hatî dayîn de, hate destnîşankirin ku bi milyonan Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketine qadan û wiha hate gotin: “Weke rêxistinên Kurdan ji bo demildest agahî ji Rêber Apo were girtin, em bang dikin.”

Di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.

Di axaftinên destpêkê yên li ser dikê hatin kirin de, hat gotin ku saziyên Ewropayê çavê xwe li ber tecrîdê digirin û dibin hevkarê sûcên dewleta Tirk.

DEMA AZADIYA FÎZÎKÎ HATIYE

Hevserokê Meclîsa Gel a Strasboûrgê Fikret Çelîk diyar kir ku dema mijar dibe Abdullah Ocalan û Kurd deriyên hiqûqê tê girtin û got: “Êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye.”

Ji Hevserokatiya KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî wiha got: “Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê, em ê têbikoşin. Pêngava ‘Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî’ ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin, gihiştiye qonaxeke girîng. Divê ev têkoşîn dîwarên Îmraliyê bişikîne. Gelê Kurd tecrîdê qebûl nake.”

Ji Hevserokatiya KCDK-E’yê Enfîn Sever jî hevkariya CPT û saziyên Ewropayê şermezar kir û ev tişt got: “Ti kes nikare li ser jiyana Rêber Apo hesabên qirêj bike. Ev gel wê bersiva herî xurt bide.”

Piştî van axaftinên vekirinê hunermendê Kurd, Diyar Dersim derket ser dikê û stran gotin. Hunermend Diyar Dersim jî destnîşan kir ku ew jiyaneke bêyî Abdullah Ocalan qebûl nakin.

‘RÊBER APO HEVRÊYÊ JINAN E’

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Kezban Dogan beşdarên mîtîngê silav kir. Kezban Dogan bal kişand ser pêvajoya komployê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê û got: “Rêber Apo ne kesek tenê ye. Şêx Seîd e, Seyîd Riza ye (…) Tola komkujiya Geliyê Zîlan e. Hevrêyê jinan e.”

Kezban Dogan bang li Konseya Ewropa û CPT kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Mûrad jî anî ziman ku heta deriyên Îmraliyê neşikên, ew dest ji vê têkoşînê bernadin û ragihand ku fikrên Abdullah Ocalan belavî her devera cîhanê bûne. Zeynep Mûrad destnîşan kir ku dijminên gelê Kurd wê êdî nekarin li hemberî vê berxwedanê bisekinin.

Piştre hunermend Sîdar Amed di nava dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” derket ser dikê.

Nûnerên ciwan ên Partiya Komunîst a Şoreşger jî derketin ser dikê û piştevaniya xwe ya ji bo têkoşîna gelê Kurd diyar kirin.

PARLAMENTERÊ ÎRLANDAYÎ: BIJÎ SEROK APO

Endamê Parlamentoya Ewropa û endamê serbixe yê parlamentoya Îrlandayê Thomas Prîngle diyar kir ku ew pir serbilinde ku di nava gelê Kurd de ye û destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin. Prîngle îşaret pê kir ku têkoşîna gelê Kurd û ya gelê Îrlandayê dişibe hev û got: “Nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî girtiyên siyasî û Abdullah Ocalan, tirsa dewleta Tirk nîşan dide.” Prîgle axaftina xwe bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” qedand.

OMER OCALAN: DIVÊ EV XWEDÎDERKETIN HÎN XURTTIR BIBE

Piştre Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan jî derket ser dikê. Di vê navberê de ji qada mîtîngê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Omer Ocalan axaftina xwe bi Kurdî kir û got: “Divê ev xwedîderketin hîn xurttir bibe, heta ku em encamê werdigirin divê em bixebitin. Divê weke wijdanî, hiqûqî û siyasî em têkoşîna xwe bidomînin.”

Omer Ocalan got ku Konseya Ewropayê û CPT “mixabin” li hemberî “zilma” li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng û diyar kir ku gelê Kurd Abdullah Ocalan weke “rêberê xwe” dibîne.

Omer wiha got: “Divê tifaqa Kurd û Kurdistanê xurt bibe, tifaqa enternasyonal xurt bibe. Divê saziykên Ewropayê serî li ber polîtîkayên şantajê yên dewleta Tirk netewînin. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistan azad bibe. Ji bo şikestina vê tecrîdê divê her kes bixebite.”

PARÊZERÊ ASSANGE: CESARETA WE HEYECAN DIDE

Parêzerê damezrînera Wîkîleaks’ê Jûlan Assange jî beşdarî mîtîngê bû û têkoşîn û berxwedana gelê Kurd silav kir. Parêzer ku di heman demê de endamê sendîkaya karkeran jî ye, ragihand ku ew memnûne ku di nava gelê Kurd de ye û got: “Cesareta we cesaretê dide mirovên din jî. Kelaceneke mezin dide me.”

Parêzer diyar kir ku ew gelek dozên li cîhanê dişopînin û got: “Rewşa li Tirkiyeyê karesat e. Divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe.” Parêzer bêdengiya Konseya Ewropayê rexne kir û got: “Ez ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re li vir im. Ez bi hemû girtiyên siyasî re di nava piştevaniyê de me.”

ENDAMÊ PARLAMENTOYA EWROPAYÊ FERNANDES: DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE

Parlamenterê partiya çepgir a Fransî LFI û endamê Parlamentoya Ewropayê Emmanûel Fernandes axivî û wiha got: “Ji bo hatina vir, rûmetek e. Ji bo ku ez piştevaniya xwe diyar bikim, ez li vir im.”

Fernandest cesaret û têkoşîna gelê Kurd silav kir û destnîşan kir ku ew ê di Konseya Ewropayê de mafê axaftinê bigire û rewşa Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş bixe rojevê. Fernandest ragihand ku Fransayê beriya demek kurt koçberên Kurd radestî dewleta Tirk kir û got: “Ev li ser navê min nehat kirin. Li ser navê LFI’yê nehat kirin. Li ser navê çepa Fransa nehat kirin. Ev şermezariyek e. Em ê li parastina hevrêyên xwe dewam bikin. Em ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azadiyê dixwazin.”

Piştî axaftina Fernandes hunermend Kawa Urmiye derket ser dikê. Kawa Urmiye ku di heman demê de pêşkêşvaniyê ji mîtîngê re dike, strana xwe ya destpêkê ji bo dayikên Kurd ên berxwedêr got. Mîtîng bi stranên Kawa Urmiye bi dawî bû.