BI DÎMEN

Girtiyên Rojhilatî yên hatin darvekirin hatin bîranîn

Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heydariyan û Şîrîn Elemhûlî yên ku 14 sal berê ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin, li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn.

GIRTIYÊN KU DI 9'Ê GULANA 2010'AN DE HATIN DARVEKIRIN

Girtiyên siyasî Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heydariyan û Şîrîn Elemhûlî yên ku 9'ê Gulana 2010'an hatin darvekirin, li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn.

Çalakiya ku ji aliyê KJAR a Berlînê û  Komîteya Rojhilat a Berlînê ve hate lidarxistin bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre axaftin hatin kirin.

Qisekeran diyar kirin ku cezayê darvekirinê li dijî mafên mirovan e, hesta tundî û tolhildanê di nava civakê de sor dike û gotin, "Ji ber vê yekê ceza divê bi armanca komkujî û tinekirina gelan nebe. Dewleta Îranê hebûna xwe li ser komkujiyan dewam dike. Ji ber vê yekê jî me beriya demeke nêz kampanya 'Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re' dabûn destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de me ji bo aktîvîsta Kurd Werîşe Moradî kampanya 'Azadî ji bo Werîşe Moradî' dan destpêkirin. Parêzvanên mafên mirovan û alîgirên demokrasiyê divê her kes tevlî vê kampanyayê bibe."

Di bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan û bîranîn bi stranên ji bo bîranîna şehîdan bi dawî bû.