'AKP hewl dide çanda Kurd tine bike'

Ekolojîst Ergen Sûcû da xuyakirin, ku desthilatdariya AKP'ê hewl dide çanda gelê Kurd tine bike û got, "Gelekî xwedî li çanda xwe derdikeve, di heman demê de xwedî li dar, daristan, ax û ava xwe jî derdikeve."

Çeteyên AKP/Qesrê di nava sala dawî de li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê polîtîkayên şerê qirêj di dema qedexeya derketina derve de meşandin û gelek mirov qetil kirin. Çeteyên AKP/Qesrê yên li jêrzemînên xaniyan bi saxî mirov şewitandin, di heman demê de zerar dan gund, xweza û heywanên li Kurdistanê. Ekolojîst Sergen Sûcû nerazîbûn nîşanî vê zerara li xwezayê hat kirin da û destnîşan kir, ku hikûmeta AKP'ê bi zanebûn hewl dide çanda gelê Kurd tine bike. Sûcû mijar ji ajansa me re nirxand.

Sûcû got, "Paradîgmaya bingehîn a HDP, HDK, KCD, DBP yanî paradîgmaay tevgera siyasî ya Kurd, paradîgmayeke demokratîk, azadîparêziya jinê û ekolojîk e" û diyar ir, ev paradîgma bi temamî li dijî desthilatdariya AKP'ê ye. Sûcû got, "Hikûmeta AKP'ê pêvajoya aştiyê ji bo xwe weke firsendekê bi kar anî û li her herêma Kurdistanê bi armanca şikandina berxwedanê qereqol çêkir. Bi çêkirina bend û bendavên ewlekariyê, xweza qetil kir. Tevî vê yekê xwest berxwedanê bişikîne û Kurdistanê bike sermayeyekê. Ji ber ku berxwedana gelê Kurd ne tenê berxwedaneke neteweyî ye, di heman demê de berxwedaneke ekolojîk e, li ser bingeha parastina çand û wezaya xwe, dest bi xweparastinê kir. Li dijî vê yekê, yekane cihê hikûmeta AKP'ê êrîş lê kir, Farqîn bû. Farqîn, Geliyê Goderne ji aliyê ekolojîk ve ji bo me gelekî girîng e. Û AKP'ê li vê derê yekemîn bendava mezin çêkir. Li dijî vê bendavê, ekolojîstên li wê derê dest bi berxwedaneke mezin kirin. Piştî vê berxwedanê, şerekî mezin rû da. Bi vî şerî ve hikûmeta AKP'ê ewilî dest bi tinekirina çanda gelê Kurd kir. Êlih, Heskîf mînakek vê rastiyê ye."

'EV GEL XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERDIKEVE'

Sûcû da zanîn, gelê Kurd ji jiyaneke komunal tê û tevgera siyasî ya Kurd jî di vê xusûsê de bi rengekî cidî di nava hewldanan de ye. Sûcû diyar ir, dewleta Tirk bi pêvajoya heyî re enerjiya li Kurdistanê heps kiriye. Sûcû anî ziman, li Kurdistanê hemû qadên jiyanê ji aliyê dewletê ve hatine talankirin û got, "Di nava sedemên vê yekê de mirov dikarin vê yekê destnîşan bikin: Ya yekemîn, ev gel xwedî li zimanê xwe derdikeve. Gelekî xwedî li zimanê xwe derdikeve, xwedî li çanda xwe jî derdikeve, yanî xwedî li Heskîfê derdikeve. Gelekî xwedî li çanda xwe dedikeve, xwedî li dar, daristan, ax û ava xwe jî derdikeve. Û hêzeke piştgiriya hev a vî gelî heye, ku ji berê ve dewam dike. Gelên li Mezopotamyayê dijîn, ji nava jiyaneke komunal derketine. Ermenî, Suryanî, Êzidî, Kurd hemû bi hev re jiyan e û têkiliyên wan ên cîrantiyê bi xêrxwaziyê xurt bûne."

'JI BO SIBEROJA AZAD EM BIBIN YEK'

Sûcû herî dawî destnîşan kir, ku divê gelên Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de bibin yek û bibîr xist, ku pêvajoya heyî pêvajoyeke xetere ye. Sûcû diyar kir, di pêvajoya heyî de xeterî heye ku zerareke giran li xwezayê bê kirin û ragihand, divê mirov xwe ji şer vebigirin û aştiyê ava bikin. Sûcû got, "Di dema avakirina aştiyê de divê ji Derya Reş heta Egeyê, heta Mezopotamyayê em bi xweseriya demokratîk vê yekê bi hev re ava bikin. Bi xwerêveberiyê re gel dikare vîna xwe nîşan bide û biryarên bi kêrî xwezayê werin, bide. Ev pêvajo dikare ji aliyê jinan û ekolojîstan ve bê hûnandin." Sûcû ji bo siberoja azad banga hevgirtinê kir.

...