Germbûna kurewî: Li gorî NY’ê gerstêrk li ber hilweşînê ye

Li gorî rapora nû ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO), sala 2023’yan bûye deh salên herî germ ên tomarkirî.

Li gorî raporê di asta gaza serayê, germahiya rû, asîtbûn, germahiya okyanûsan, bilindbûna asta deryayê, mezinbûna girseya qeşaya Antarktîkê û paşvekişîna cemedan de rekor hatine şikandin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hişyarî da ku gerstêrk "li ber hilweşînê ye" ji ber ku "gembûna sotemeniya fosîl dibe sedema kaosek avhewayê ya bêhempa".

Sekreterê NY’ê wiha hişyarî da: “Her dereceyek germbûna gerdûnî bandorek li ser pêşeroja jiyana li ser rûyê erdê dike.” 

Sekretera Giştî ya WMO Celeste Saulo diyar kir ku krîza avhewayê pirsgirêka herî girîng a ku mirovahî pê re rû bi rû ye û zêdebûna pêlên germê, lehî, ziwabûn, şewata daristanan û bagerên tropîkal dibe sedema belengazî û kaosê.

Celeste Saulo got, “Meteorolojiya kurewî hişyariyê dide cîhanê: em di hişyariya xetere ne."

Sala borî, hema hema sêyeka okyanûsên cîhanê ji pêlên germê bandor bûn. Tê pêşbînîkirin ku ji %90 okyanûsên cîhanê heta dawiya sala 2023’yan li ber pêlên germê bin.

Nîşaneyên wekî bilindbûna asta deryayê, paşvekişîna cemedan û windabûna qeşaya deryayê ya Antarktîkê gihîştine astên metirsîdariyê. WMO zêdebûna hilberîna enerjiyê ya nûjen hêvîdar dibîne, ji sala 2023’yan vir ve bi qasî ji sedî 50 zêde bûye.