Yûsûf Kûvara hevjîn û zarokên xwe qetil kir

Li Kîlîsê Yûsûf Kûvara hevjîna xwe Merve Kûvara û sê zarokên xwe yên di temenê 8,6 û 5’an de qetil kir.

Li Kîlîsê Yûsûf Kûvara yê Sûriyeyî, piştî hevjîn û sê zarokên xwe qetil kir, xwe kuşt. Komên tenduristiyê yên li ser îxbarê çûn cihê bûyerê, dîtin ku endamên malbatê jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku piştî Yûsûf Kûvara hevjîn û zarokên xwe qetil kir, xwe kuşt.

Cenazeyên Yûsûf, Merve Kûvara û zarokên wan Emîne (8), Abdo (6) û Alî (5) ji bo otopsiyê hatin rakirina Saziya Tiba Edlî ya Kîlîsê.