Wê Elmanya bûrkayê li memûran qedexe bike

Di rojevê de ye ku li Elmanyayê hikûmeta federal cilên mîna bûrka yên ku rûyên jinana digire qedexe bike.

Li gor nûçeya kovara Der Spîegel, di pêşnûmeyê de ku ji hêla Wezareta Karên Hundir a Federal hatiye amadekirin, qedexeya bûrkayê heye.

Wek hinceta qedexeyê jî girîngiya ‘ragihandina vekirî’ ya ji bo jiyana civakak azad û demokratîk tê nîşandan. Di pêşnûmeyê de tê gotin ku memûrên rûgirtî wê ne mimkûn be ku ‘bên nasîn’ an jî ‘kesayeta wê bê nirxandin’, tê diyarkirin ku pêwîstî heye ku li saziyên gelemperî cilên mîna van bên qedexekirin.

Di pêşnûmeyê de bal hat kişandin ku cilên mîna bûrka jinan biçûk dixe û ne li gor wekheviya jin-mêr e, tê gotin ku ev cil ahenga civaka Elman xira dike.

Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku ev cilên ku ‘ragihandinê zehmet dike’bên qedexekirin.