Polonya amade ye ku malûvaniyê ji çekên nukleer re bike!

Polonyayê ragihand ku ew li dijî “gefa Rûs” amade ye ku malûvaniyê ji çekên nukleer re bike.

POLONYA Û ÇEKÊN NUKLEER

Serokkomarê Polonyayê di roportaja xwe ya ku roja Duşemê hatî weşandin de, diyar kir ku Rûsyayê li Kalînîngrad û Belarûsê çekên nû bi cih kiriye û li dijî vê yekê eger NATO biryar bide baskê xwe yê rojhilat xurt bike, Polonya amade ye ku malûvaniyê ji çekên nukleer re bike.

Serokkomar Andrej Dûda di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Fakt de, wiha got: “Eger mutefîkên me ji bo xurtkirina ewlehiya baskê rojhilat ê NATO’yê biryar bide ku çekên nukleer li xaka me bi cih bike, em amade ne ku vê yekê bikin.”

Dûda diyar kir ku li Polonyayê bi cih kirina çekên nukleer, “ev demeke” di navbera DYE û Polonyayê de mijara nîqaşê ye got: “Min ev mijar berê jî bi wesîleyên cuda anîbû rojevê.”

Dûda di meha Adarê de bi hemrayedarê xwe yê Emerîkî Joe Bîden re hevdîtin kiribû. Li gorî Dûda, “Rûsya her ku diçe herêma Kalînîngrad zêdetir dike leşkerî. Di wê pêvajoyê de ye ku çekên xwe yên nukleer li Belarûsê transfer bike.”

Di Hezîrana 2023’yan de Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihandibû ku çekên xwe yên destpêkê yên nukleer transferî Belarûsê kirine.