Trûmp sozên xwe yên di nava 100 rojî de pêk bîne, eşkere kir

Donald Trûmp ku şensê wî yê serketinê kêm bûye, sozên xwe yên di 100 rojên destpêkê de bi cih bîne, eşkere kir.

Sozên Donald Trûmp eşkere kir, ku eger were hilbijartin wê di nava 100 rojên destpêkê de bi cih bînin, gelekî radîkal in.

Li gorî vê yekê, wê Peymana Bazirganiyê ya Bakurê Amerîkayê (NAFTA) ji nû ve bê nirxandin û Pakta Bazirganiya Transpasîfîk (TPP) were betalkirin. Trûmp dixwazin pereyên ji bo lêçûnên leşkerî yên DYA tên veqetandin, zêde bike. Di nava 10 salan de ji bo 25 mîlyon kesî derfetên kar bafirîne.

Trûmp da xuyakirin, ku ew ê sîstema sîgorta tenduristiyê ya bi navê 'Obamacare' bi temamî rake, ku ev sîstem bi deh hezaran mirovên hatiya wan kêm e û garantiya wan a tenduristiyê nîne, eleqedar dike. Trûmp wê destûrê bide ku gelek dermanên nû werin hilberîn.

Trûmp wê li dijî bûyerên şîdetê, yekîneyeke nû ya ewlekariyê ava bike û koçberên ji ber çalakiyên şîdetê ceza xwarine, derhal dersînor bike. Li ser welatên ku vegerandina penaberan qebûl nake, Trûmp wê vîzeyê ferz bike.

Yek ji sozên bi nîqaş ên Trûmp ew e, ku ji bo pêşî li hatina koçberan ji Meksîkayê bigire, bi tevlîbûna vî welatî wê li ser sînorê vî welatî dîwar bê avakirin.