Teoriyeke kevn a li ser çêbûna Heyvê ji nû ve ket rojevê

Li ser çêbûna Heyvê, ku 4,5 mîlyar sal in weke peyka Cîhanê li dorê digere, teoriyeke berê ya ji nedîtî ve dihat, ji nû ve ket rojevê.

Li gorî vê yekê, hê Heyv bi embriyonên planetê yên li fezayê ava dibû, ji parçeyên ji Cîhanê qut bûn, çêbûye.

Zanyarên Îsraîlî ku endama Enstîtuya Zanistan a Weîzmannê  Ralûca Rûfû jî di nav de ye, li ser çêbûna Heyvê sîmulasyoneke dijîtal amade kirin.

Encamên vê lêkolînê di kovara Natûre Geoscîence de hatin weşandin. Di çarçoveya vê lêkolînê de, qonaxa proto ya Cîhanê û ketina embriyonên planetan ên ji Marsê biçûktir li Cîhanê, hatin sîmulekirin. Her cara ku ev emriyon li Cîhanê ketin, parçe ji Cîhanê qut bûn û her yek ji van parçeyan bûn 'Heyveke biçûk'. Piştre ev parçeyên Heyvê bûn yek û Heyva heyî afirand.

Di lêkolînê de hat tespîtkirin, dema ku ev lihevketin gelek caran hat dubarekirin 'Heyvên biçûk' ber bi hev ve kişiyane û ev parçeyên bûne yek, veguherîne cismekî bi tenê.

Li gorî vê sîmulasyonê, her peyka dişibe Heyvê ya piştî lêdana li Cîhanê derket holê, elementê ji Cîhanê di nava xwe de vedihewîne. Hat ragihandin, ji bo piştrastkirina vê sîmulasyonê pêwîstî bi lêkolînên kûrtir heye.

Ji zanyarên vê lêkolînê Ralûca Rûfû li ser mijarê AFP'ê re axivî û anî ziman, ku wan teoriyeke beriya demeke dirêj ji nedîtî ve dihat, piştrast kirine.