Tenê li NRW 13 meleyan sîxurtî kirine

Tê gotin, bi dehan meleyên ser bi DÎTÎB'ê, ji bo MÎT'ê li Elmanyayê agahî kom kirine.

Li gorî agahiyan, hejmara meleyên bi fermana hikûmeta Tirk, têkildarî endamên Gulen ên Elmanyayê agahî ji MÎT'ê re radigihand, tenê li 2 eyaletan herî kêm 16 ye.

Li gorî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (LfV), li mezintirîn eyaleta welêt Nordrheîn-Westfalen (NRW), 13 mele karê sîxurtiyê dikin. Serokê LfV Bûrkhard Freîer ji Komîsyona Karên Hundir a Parlamenta Eyaletê re axivî û diyar kir, ev meleyên ser bi DÎTÎB'ê bi giranî agahiyên li ser Guleniyan kom dikin.

Hat tespîtkirin, li eyaleta Rehînland-Pfalz a li rojavayê Elmanyayê, herî kêm 3 meleyên DÎTÎB'ê ji MÎT'ê re xebitî ne.

Lê belê ev hejmar tenê ya 'hatiye tespîtkirin' e. Lewma nayê zanîn bê îstîxbarata navxweyî ya Elman hejmarên rast dide yan na.