Têkildarî êrîşkarê Parîsê agahî hatin parvekirin

Agahiyên têkildarî êrîşkarê Misrî yê ku di êrîşa duh li ser Mûzeya Loûvre a li paytexta Fransa Parîsê de bi giranî birîndar bibû zelal dibin.

Hê nasnameya kesê 29 salî yên ku duh di saetên sibehê de li dijî leşkerên li Muzeya Loûverê erkdarbûn kir diyar nebûye, hat diyarkirin ku herî kêm 2 caran çûye Tirkiyeyê û êrîşkar bi vîzeya tûrîstan çûye Fransayê. Li paytext Parîsê jî li otelekê odeyek kirê kiriye.

Dozgerê Komarê yê Parîsê Françoîs Molîns têkildarî êrîşkar agahî parvekir, îdîayaku êrîşkar bi dirûşma ‘Alah û Ekber’ êrîşî Mûzeya Loûve kiriye hate teîdkirin.

Molîns destnîşan kir ku ev kes li Yekîtiya Emîriyên Ereb de jiyan kiriye û di meha Cotmehê de jî serlêdan vîzeyê li Fransayê kiriye. 26’ê Çileyê jî ketiye Fransayê.

Duh li Parîsê kesekê li dijî 4 leşkerên ku ewlekariya Mûzeya Loûve dikir êrîşek li dar xist û leşkerk bi sivik birîndar bibû. Di encama êrîşa leşkerên de kesê êrîşkar giran birîndar bibû.