Sosyalîstan ji Hollande re gotin ‘careke din nebe namzet’

Li dijî Françoîs Hollande ku sala 2012’an wek serokkomar hat hilbijartin û mîna yek ji lîderên herî têkçûyî ya dîroka Fransa tê nirxandin, ji partiya wî banga ‘xwe vekşîne’ hat kirin.

Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê ku wê Nîsana 2017’an bê lidarxistin, gelek endamên Partiya Sosyalîst (PS) xwe ji bo pêşebijariyan amade dikin, hejmara kesên ku li dijî namzetiya Françoîs Hollande ne jî zêde dibe.

Li gor nûçeyên medyaya Fransa, di danezanek banga de ku di nav Koma Partiya Sosyalîst a Meclîsa Neteweyî de dihat gerandin, tê xwestin ku Hollande ‘berpirsiyar nêz bibe’ û careke din nebe namzet. Di danezanê de daxwaz tê kirin ku bi vekişandina Hollanda pêşî li namzetên ji siyasetên ‘rengên din’ bê vekirin, ji bo diyarkirina ‘xeta polîtîk û namzet’ li ser girîngiya pêşîvekirina nîqaşan tê rawestandin.

Têkîldarî mijarê senator Marie-Noëlle Lienemann ji Sûd Radio û qenala Pûblîc Senat re axivî, got gelek wekîl û senatorên ku dixwestin heta îro jî Hollande ji nû ve bibe namzet, dîtin ku ‘êdî ev nikare bibe.’

Di pêşebijariyên PS de ku wê Çileya 2017’an bê lidarxistin, tê gotin şansa Arnaûd Monteboûrg heye, di nav çepgirên radîkal de jî namzetiya  Jean-Luc Mélenchon, hema hema teqez bûye. Mélenchon di nav tevahî hilbijêrên çepgir de namzetê herî populer e.