Serokwezîra 10 salan Merkel berê xwe daye 2021'an

Angela Merkel a ku ji sala 2005'an û vir ve li Elmanyayê Serokwezaretiyê dike û di sala 2017'and e wê dema wê ya wezîfeyê biqede, tê îdîakirin ku di hilbijartinên pêş de wê bibe namzet.

Angela Merkel a ku ji sala 2005'an û vir ve li Elmanyayê Serokwezaretiyê dike û di sala 2017'and e wê dema wê ya wezîfeyê biqede, tê îdîakirin ku di hilbijartinên pêş de wê bibe namzet. Ji bo ji nû ve namzetiya Merkel, xuyaye partiyên yekîtiya Xiristiyan wê destekê bidin, lê demokratên civakî li hemberî wê zêde bi hêvî nînin.

Kovara Der Spiegel îdîa kir ku Angela Merkel wê di hilbijartinên 2017'an de cara çaran bibe namzet û ji bo bûyîna Serokwezîr li ber xwe bide. Der Spiegel ragihand ku Merkel ji bo careke din bibe namzet bi du navên girîng ên Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) re civîn lidar xistiye.

Tê îdîakirin ku îmaja 'erênî' ya li nava raya giştî bandor li ji nû ve namzetbûyîna Merkel kiriye. Di anketa Deutschland-Trend de rêjeya ecibandina Merkel ji sedî 67, rêjeya mirovên karên hikûmetê diecibînin jî ji sedî 54 e.

Hevkarê desthilatdariyê û yekane hevrikê serokwezaretiyê li hemberî CDU, namzetê serokwezaretiyê yê hilbijartinê bihurî ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Peer Steinbruck anîbû ziman ku di hilbijartinên federal ên sala 2017'an de partiya wî nikare serokwezîrekî derxîne. 

Her wiha Serokwezîrê Eyaleta Schelswîg-Holstein Thorsten Albig ê ji partiya SPD'ê diyar kiribû ku divê partiya wî di hilbijartinên 2017'an de li hemberî Angela Merkel (CDU) namzet dernexîne û Merkel karên gelekî baş dike. Albig rastî nerazîbûnên tund ên partiya xwe hatibû.