Parlamenta Skoçyayê bi rengekî sembolîk li ber Brexîtê rabû

Li Skoçyayê, ku piraniya gelê wê ji bo mayîna li nava Yekîtiya Ewropayê dengê xwe bi kar anîn, dengdaneke sembolîk li parlamentê hat kirin. Di vê dengdanê de Brexît careke din hat redkirin.

Hefteya bihurî li Parlamenta Brîtanyayê dengdan hatibû kirin û erka pêwîst ji Serokwezîra mûxafazakar Theresa May re hatibû dayîn, ku karibe bi vê erkê serlêdana derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) bike. Di dengdana li Parlamenta Brîtanyayê de li dijî 114 dengên dijber, bi 498 dengan ev erk ji May re hat dayîn. Li dijî vê pêşnûmeya radestkirina erkê, li Parlamenta Skoçyayê jî dengdaneke sembolîk hat kirin.

Li parlamentê, ku piraniya endamên wê ji Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) a alîgirê serxwebûnê pêk tê, ji bo pêşnûmeya Brexîtê tenê 34 dengên 'erê' derket. 90 parlamenterên Skoç jî dengê 'na' bi kar anîn.

Ev dengdana li Parlamenta Skoçyayê sembolîk e û bandorê li biryara giştî ya Brîtanyayê nake.

Par di 23'ê Hezîranê de referandûm hatibû kirin û bi dengê ji sedî 51,9 ê Qraliyeta Yekbûyî û Îrlanda Bakur re biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê hatibû dayîn.

Ji sedî 53,4 ê gelê Îngilîstanê, ji sedî 52,5 ê gelê Gallerê piştgirî dan derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê. Rêjeya dengê mirovên li Skoçyayê xwestin ew di nava Yekîtiya Ewropayê de bimînin ji sedî 62 bû. Li Îrlanda Bakur, ku daxwaza serxwebûnê di asteke diyar de ye, ji sedî 55,8 ê gel dengê xwe ji bo mayîna li nava  Yekîtiya Ewropayê dabû.