OPCW: Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyeyê, em bi fikar in

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ku navenda xwe li Lahey e, da xuyakirin ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de ew bi fikar in.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ku navenda xwe li Lahey e, da xuyakirin ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de ew bi fikar in. OPCW bang kir ku bes çêkên kîmyewî werin bikaranîn û kesên ji bikaranîna van çekan berpirsyar in, bên darizandin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî civîna Konseya Îdare ya OPCW de hat ragihandin, ku şert û merc çi dibin bila bibin û ji aliyê kê ve tê bikaranîn jî, bikaranîna çeka kîmyewî hatiye mehkûmkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bikaranîna çekên kîmyewî binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û da zanîn ku divê berpirsyar hesap bidin.

OPCW roja 6'ê Mijdarê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku li Sûriyeyê gava hardal û klorê hatiye bikaranîn. Hat gotin ku ev bûyer di mehên Tebax û Adarê de rû dane, lê nehatibû zelalkirin ku ev çekên kîmyewî ji aliyê kê ve hatiye bikaranîn.