NATO perwerdeya rûxandina bombeyan dide leşkerên Iraqî

Tifaqa Bakurê Atlantîkê NATO, ji bo perwerdekirina hêzên Iraqî li dijî madeyên teqemeniyê, dest bi bernameyeke perwerdeyê kir.

NATO'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, bi qasî 30 leşker tevlî dewreya perwerdeya destpêkê ya pênc hefteya dibin.

Hat ragihandin, ev bernameya nû wê paralelî hevkariya 'sivîl-leşkerî' ya NATO ya li Iraqê bê meşandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, bi rêya bernameyên bi vî rengî, wê welat kapasîteya xwe ya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê xurtir bike û bike ku xwe bi xwe ewle bikin.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg got, "Di têkoşîna dijî terorîzmê de çeka herî baş a li ber destê me ye, perwerdekirina hêzên herêmî ye. Artêşeke Iraqê ya hê bi bandor tê wateya Iraqeke hê ewle û Rojhilata Navîn a hîn aram."

Hêzên NATO'yê, di meha Cotmehê de, di çarçoveya koalîsyona navneteweyî ya dijî DAIŞ'ê de, balafirên keşfê Awacs jî xistibûn dewrê.