Li Ûkraynayê herî kên 32 kes mirin

Hat diyarkirin ku di şerê rojên dawî de li Ûkraynayê rûdayî, ji 30 kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dane.

Tevî agirbestê li bakurê bajarê Avdiyîvka 10 km dikeve Donetskiyê a ku di bin kontorla mîlîtanên ku ji aliyê Rûsyayê ve tên destekirin, bîlançoya şer girantir dibe.

Hat ragihandin ku di şer de îro herî kêm 7 kesî jiyana xwe ji dest daye û ji roja Yekşemê vir ve jî ev hejmar gihîştiye 32 kesî. Tê îdeakirin yekîneyên artêşa Ûkraynayê herêmê bi dijwarî bombebaran dike.

Welatên rojava û rêveberên Ûkraynayê berpisyarê binpêkirina agirbestê rêveberiya Rûsyayê dibînin, Rûsya jî rêveberiya Kîevê berpisyar digre.

Berdeva Wezareta Karê Derve yê Rûsyayê Marîa Zakharova, têkildarî rexneyên li ser welatê xwe nebersivand, îdakir ku welatên Ewropa ji êrîşên li ser artêşa Ûkraynayê berpirs e.