Li hemberî xeteriyên Deryaya Spî , ji IOM’ê û Îtalyayê kampanyaya agahdarkirinê

Li gorî daneyên Rêxistina Koçkirinê ya Navnetewî (IOM) ji 1’ê Çile ve hijmara penaberên ku ji Deryaya Spî ber bi welatên Ewropayê ve hatine,ji hijmara 250 hezarî ku weke ‘’şêmûga sembolîk’’ tê qebûlkirin, derbas kir.

Tê diyarkirin, di heman demê de ji 3 hezarî zêdetir kes mirine, IOM’ê û hikûmeta Îtalyayê li hemberî bûyerên negangaz li herêmên Deryaya Spî, dest bi xebatên medyayê kir bi mebesta hişyarîkirinê.

Li gorî daxuyaniya ku IOM’ê kirî, di navbera 1 Çile- 27’ê Tîrmehê de hijmara penabarên ku di ser Deryaya Spî re xwe gihandina welatên Yekitiya Ewropayê (YE) bû 251 hezar û 557. Ji van penaberan 159 hezar jê hatin Yewnanîstanê û 89 hezar jê jî hatin Îtalyayê.

Di heman serdema sala çûyî de hijmara penaberên ku hatin 220 hezar bûye.

Di daxuyaniya IOM’ê de ku destpêka vê hefteyê kiribû, tê gotin hijmara penbarên ku li Deryaya Spî mirine ji 3 hezaran bihurî ye.

Weke balkêşî tê dîti ku di nav yên ku hatine Îtalyayê de tenê 200 penaberên ji Sûrî hebûne, ev hijmar par, nîvê sal ênêzî 4 hezar û 300 bûye. Tê gotin, di nav kesên ku têne Îtalyayê de, hijmara penaberên Nîjeryayî zêde dibe.

Ji hêla din ve jî IOM û Wezareta Karê Hundir ê Îtalyayê xebateke bi mebesta agahdarkirina penaberên pêkan da destpêkirin. Di vîdeoyan de ku li ser înernetê têne weşandin, rê didin gotinên penaberên ku karîbûne xwe bigihînin Ewropayê.

Di vîdeoayan de tê armanckirin, li hemberî talokeyên Deryaya Spî penaberên ku baweriya xwe bi qeçaxçiyên mirovan tînin û dikevine rê û têkildarî qadên bejahî yên zêde ziwa, werin agahdarkirin. Her wiha di ser medyaya civakî re xebatên agahdarkirinê û ragihandinê wê werin meşandin.

Tê texmînkirin, ji 2014’an û vir ve hijmara kesên ku bi awayekî mirî ji Deryaya Spî hatine derxistin û piştî ku ji Efrîkaya Başûr veqetiyana, hijmara penabarên ku winda bûne, 10 hezar in.