Li Elmanyayê Partiya Kesk û Çep li dijî plana penaberane

Li Elmanyayê Partiya Kesk û Çep li dijî plana Yekîtiya Ewrupayê ya ku dixwazin penaberên Derya Spî hatine rizgarkirin bişînin Lîbyayê derket.

Dewlentên YE’yê ji bo pêşiya hatina koçberên Derya Spî bigrin li ser planek nû dixebitin. Li gorî planê tê xwestin koçberên Derya Spî li Lîbya û Bakûrê Afrîkayê cih bikin, dewletên YE’yê êdî naxwzin koçberan bişînin welatên YE yê.

Serokê Partiya Demokrat a Çepê Elmanyayê Thomas Opperman piştgiriya xweya planê eşkere kir, Partiya Kesk û Çep jî li dijî planê bertekê tund nîşanda.

Hevserokê Partiya Çep Dietmar Bartsch, diyar kir ev plan ne di cih de ye û destnîşan kir, ji ber hêza ku îro li Lîbyayê desthilatdare ne mimkûne ev peymane pêkwere.