Li DYE’yê bi dehan bablîsok pêk hatin: Herî kêm 5 kes mirin

Ji ber bablîsokên ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê pêk hatin, herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku di encama gelek bablîsokên ku li hin herêmên Great Plains’ê pêk hatin de, herî kêm 5 kes mirin.

Di wêne û vîdeoyên ku li ser torên dîjîtal hatin parvekirin de, diyar dibe ku bi dehan xanî bi temamî wêran bûne û wesayit hatine perçiqandin.

Xebatên paqijkirinê roja Yekşemê jî dewam kirin. Weşanên medyaya herêmî nîşan da ku du nîv romork qulibîn û depoyek bû du perçe.

Walîtiya Oklahomayê ji bo 30 rojan rewşa awarte ragihand. Li hin deveran bi rengekî zêde baran barî.

Li gorî KETV NewsWatch 7’ê, kesek li Iowa ji ber birînên xwe li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û bi vî rengî hejmara miriyan herî kêm gihişt 5’an.