Li Brûkselê li dijî ‘Distûra Xebatê’ deh hezar kes herikîn kolanan

Li Belçîkayê di 2 salvegera avakirina hikûmeta koalîsyona federal, bi sedan sendîkayên ku gelek beşên cuda temsîl dike li dijî hewldanên tasarûfê bertekên xwe bi çalakiyekî mezin nîşan da.

Sendîkayên xebatê yên Katolîk ACV/DSC, temsîlên sosyalîst ABVV/FGTB û sendîkayên liberal AVLVB/CGSLB hêzên xwe kirin yek li Brûkselê xwepêşandanekî protestoyî ya mezin li dar xistin.

Di meşa ku di saetên danê nîvroyê ku li Stasyona Bakurê Brûkselê hate lidarxistin de 70 hezar karker beşdar bûn. Çalakvan bi dirûşmên ‘Eger ku tiştek neyê kirin,wê ciwan bibin koleyên moderniyê’ li dijî polîtîkayên dijminatiyê yên hikûmetê bertek nîşan dan.

Di çalakiyê de li gel Caterpîllar,AXA û ING’ê, rêxisinên jinan, xwendekar, hunermend, sektorên civakî, xebatkarên sektora taybet beşdar bûn, hikûmeta Charles Mîchel hişyar kirin. Di axafinên çalakiyê de hatin kirin wiha hate gotin: “Fatûreya di buçeyê de ne li ser me parvekin, bila Charles Mîchel bide. Ev senaryoyên klasîk ên hikûmetê ne. Dev ji karker û xebatkaran berdin. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Li ser navê sendîkaya FGTB’yê Serokê Giştî Rûdy De Leeûw axivî û diyar kir ku hikûmet bi polîtîkayên xwey ên antî sosyalîs êrîşên herî giran ên 30 salên dawî dide meşandin, banga greva giştî kir.

Sekrekterê Giştî yê FGTB’ê Marc Goblet jî wiha got: “Ji bo rawestandina vê hikûmetê û rêzê ji karê karkeran re bigire, divê hê bi biryar bikevin nava çalakiyê redîkal. 

 

...