Li Behra Başûrê Çînê tatbîqata hevpar a DYE-Fîlîpiniyan

Yekîneyên Emerekî û Fîlîpîniyan li Behra Başûrê Çînê ya li bakurê Fîlîpîniyan, tatbîqat pêk anîn. Di dema tatbîqatê de guleyên top û fuzeyan berdan hêzeke “dagirker” a xeyalî.

TATBÎQATA HEVPAR

Bûyerên ku di navbera keştiyên Çîn û Fîlîpîniyan de dubare dibin, tirsa şerekî hîn berfirehtir zêde dike. Li herêmeke wiha tatbîqatên deryayî, bejahî û hewayî heta 10’ê Gulanê tên pêkanîn. Zêdeyî 16 hezar û 700 leşkerên Emerîkî û Fîlîpînî beşdarî van tatbîqatan dibin.

Li nêzî bajarokê Laoag ê bi 400 kîlometreyî li başûrê Taywanê ye, leşkerên Emerîkî li girên bejahiya bakurêrojavayê Fîlîpîniyan bi cih bûne. Hat ragihandin ku leşkerên Emerîkî zêdeyî 50 guleyên 155 mîlîmetre berdane hedefên li ser avê yên ku nêzî 5 kîlometreyan ji bejahiyê dûr.

Yekîneyên Fîlîpînî bi roketan bersiva êrşîkarên maketê dan, piştre her du hêzan bi tivingên makîneyî, fuzeyên Javelîn û guleyên din ên topan tatbîqat temam kirin.

Fermandarê Hêza Sefera Yekemîn a DYE’yê Mîchael Cederholm daxuyanî da rojnamevanan û got, tatbîqata weke “Balîkatan” (Di zimanê Tagalog ê Fîlîpînî de tê wateya, mil bi mil) hatî binavkirin, ji bo “amadekariya senaryoyake herî xerab” hate pêkanîn.

Cederholm di daxuyaniya ku 22’yê Nîsanê li qada tatbîqatê dayî de wiha got: “Ji bo tepisandina îstîlayekê hate pêkanîn”. Tatbîqat li cihên cuda yên Fîlîpîniyan pêk hat.