Li 20 bajarên Meksîkayê xwepêşandanên li dijî Trûmp hatin lidarxistin

Li gelemperiya Meksîkayê bi hezaran kes daketin kolanan û polîtîkayên Serokê DYA Donald Trûmp ên li dijî welatê wan, şermezar kirin.

Meksîkayî, di serî de li paytext Meksîkoyê li 20 bajaran daketin kolanan û li dijî projeya lêkirina dîwarê ji hezaran kîlometreyî li ser sînor û gotinên Donald Trûmp ên li dijî Meksîkayê çalakî lidar xistin.

Xwepêşandan li ser banga zanîngehan, karsaz, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl hatin lidarxistin. Di xwêpşandanan de dirûşma "Ne dîwar, em pirê dixwazin" derket pêş.

Qisekeran jî dan xuyakirin, ku divê hikûmeta DYA hurmetê nîşanî Meksîkayê bide û gotinên li dijî koçberan ên bêsînor, rexne kirin.

Serokê DYA Donald Trûmp, ji bo dîwarekî mezin di navbera Meksîka û DYA de lê bike û lêçûnên vê jî ji Meksîkayê bigire, biryarnameyek îmze kiribû. Trûmp dixwaze Peymana Bazirganiyê ya Bakurê Amerîkayê (NAFTA) ji nû ve muzakere bike yan jî betal bike.

Her wiha dabû xuyakirin, ku ew ê baca ji tiştên ji Meksîkayê tên anîn, zêde bikin û bi vî rengî lêkirina dîwêr fînanse bike.

Li Meksîkayê jî di dema dawî de çalakiyên boykotkrina Coca Cola û McDonald'sê, ku marka DYA ne, zêde dibin.