Konseya Dewletê ya Fransayê biryara rawestandina qedexeyên burkînî da

Qedexeya burkînî ya ji bo ku bajarên ber behrê hatibû dayin û bi hefteyan e li Fransayê mijara nîqaşan bû, ji hêla organê herî rajor Konseya Dewletê ve bi demdemî hate rawestandin.

Konseyê serlêdana Lîga Mafên Însanî ya Navnetewî (LDH) û ya Kollektîfa Dijberiya Îsalamî ya Fransayê (CCIH) guftûgo kir û biryar da ku qedexeya burkînî (bi cil û bergên ku bedena mirov bi temamî dinixumînin) a li gelek bajarên ber behrê, rawestand.
Di biryara konseyê de tê gotin, qedexeyên bi vî rengî, tenê dema ku ‘’rîskên çespandî’’ hebin dikare hebe û wekî dî jî azadî nikarin were astengkirin.
Li Fransayê piştî êrîşa Niceyê ku di encamê de 86 kesan jiyana xwe ji dest dabû, li hin bajarên ber behrê qedexeya burkîniyê hatibû dayin. Lê qedexe ji hêla gelek saziyên mafên mirovan ên navnetewî, Fransayê, medya û siyasetmedaran ve wekî ‘’populîst’’ hatibû binavkirin.
Ev biryarên ku ji hin komên çete yên Îslamî yên radîkal re dibû palpişteke propadandayê, li Fransayê bal kişandibû. Ji ber ku li dijî saziyên weke dibistan, mizgeft û cihên îbadetê yên bi piştgiriya hêzên derve, ji hêla gelek çeteyên di serî de ji Sûriyê, Iraqê têne rêxistin, hê gaveke teqez nehatiye avêtin.
Rexnegir dibêjin, ji bo fikra rastgir û çepgir beriya hilbijartina vê sala were berbelav bibin ev qedexe xistine rojevê.