Kongreya DYA'yê qanûna terorê ya AKP'ê ditirsîne, qebûl kir

Vetoya Serokê DYA Obama ya li ser qanûna 'JASTA' ji aliyê Kongreyê ve hat rakirin. Li gorî vê qanûna bi navê 'JASTA', li DYA wê karibe li dijî welatên destekê didin terorê doz were vekirin. Ev yek jî hikûmeta AKP'ê ditirsîne.

Qanûna bi navê 'Edaleta li dijî yên destekê didin terorîzmê' (Justice Against Sponsors of Terrorism Act - JASTA) ji aliyê Senatoye ve hatibû qebûlkirin, lê belê Serokê DYA Barack Obama ew veto kiribû. Di dengdana li dijî vetoya Obama de, ji bo rakirina vetoyê û qebûlkirina qanûnê, du ji sê parên kongreyê dengê erê bi kar anîn.

LI SENATOYÊ PIRANIYA DENGAN, LI MECLÎSÊ JÎ ÇAR JI PÊNCÊ DENGAN

Di dengdana li Senatoyê de 97 senator li dijî vetoya Obama derketin. Bi tenê senatorekî piştgirî da Obama. Di dengdana li Meclîsa Nûneran de, ku pêkhateya din a kongreyê ye, li dijî 77 dengên dijber, 348 deng ji bo rakirina vetoyê hatin bikaranîn. Bi vî rengî vetoya Obama ya danî pêşiya JASTA, hat rakirin.

Li gorî vê qanûnê, di serî de malbatên kesên di êrîşên 11'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dane, hemû malbatên mirovên di êrîşên terorê de jiyana xwe ji dest dane, dikarin li welatên destekê didin rêxistinên sûcdar, dozê vekin.

Obama ku di hefteya bihurî de JASTA veto kir, îdîa kiribû ku bi vê qanûnê re wê pîvana destnedanê ya dewletan û dîplomatan qels bibe û rîsk heye ku DYA ji aliyê dadgehên li gelemperiya cîhanê ve bê darizandin.

TIRKIYE LI XWE MIKUR HATIBÛ KU EW QANÛNÊ 'BI TIRS Û GUMAN' DIBÎNE

Vê qanûnê, dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê jî xist nava tirs û fikaran, ku destekê dide gelek rêxistinên çete yên mîna DAIŞ û El Nûsra. Piştî Erebîstana Siûdî û welatên Kendavê, herî dawî Wezareta Karên Derve ya Tirk hefteya bihurî daxuyaniyek da û li xwe mikur hat ku ev qanûn wan dixe nava tirs û fikaran.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirk de hatibû gotin, "Pêşnûme qanûna 'Edaleta li dijî yên destekê didin terorîzmê' ya ji aliyê Kongreya DYA ve hat qebûlkirin, cihê tirs û fikaran e. Tirkiye di wê baweriyê de ye ku ev pêşnûme qanûn li hiqûqa navneteweyî, bi taybetî li wekhevî û serweriya dewletan, li pîvanên Şertê Neteweyên Yekbûyî nayê." Wezaretê bang li Obama kiribû ku pêşî li qanûnê bigire.