Li paytexta eyaleta Bavyera Munchenê, ji bo şermezarkirina dersînorkirina penaberên Afgan, li ser banga Konseya Penaberan a Bavyerayê bi qasî 500 kesî çalakiya dagirkirinê pêk anîn.
Ji Konseya Penaberan Jana Weîdhaase di dema vê çalakiyê de axivî û diyar kir, hikûmeta Federal bi dersînorkirina Afganan re nîşan dide ku ew ê polîtîkayeke tund a penaberan bimeşînin. Weîdhaase ragihand, ev rewş ne ya qebûlkirinê ye û got, "Em vê yekê tenê weke kampanya hilbijartinê dibînin" û nerazîbûn nîşan da.
Çalakgerên ku balafirgeh dagir kirin, pankarteke mezin a bi nivîsa "Dersînorkirinê bisekinînin" vekirin. Polîsan tedbîrên tund ên ewlekariyê di dema çalakiyê de girtin.
Hat ragihandin, hejmara penaberên Afgan ên ji bo dersînorkirinê şandine Munchenê, bi qasî 50 ye.
Li Afganîstanê, ev du sal in şerekî giran bi Talîban re diqewime. Tê plankirin, ku bi deh hezaran penaberên ji Afganîstanê hatine, werin dersînorkirin. Wezîrê Karên Derve Sîgmar Gabrîel îdîa kir ku li Afganîstanê 'herêmên ne ewle û yên ewletir hene' û anî ziman ji sedî 56 ê penaberên Afgan ên hatine Elmanyayê mafê penaberiyê ji wan re hatiye dayîn.