'Israra di tecrîdê de israra di şer de ye'

Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan weke şer bandorê li civakê dike. Dewamkirina tecrîdê tê wateya israra di vî şerî de."

Siyasetmedara Kurd Sîbel Yîgîtalp da xuyakirin ku, avakirina siberoja gelên Tirkiyeyê ya bi ewle, wê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan be.

Yîgîtalp ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku, bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, ji bo xweşiya gelên Tirkiyeyê, daxwaza gelê Kurd a statüye û siberoja wan a bi ewle, ferz e. Yîgîtalp got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan di civakê de wek şerekî tê nîşandan. Domandina tecrîdê israrkirina di vî şerî de ye. Gelê Kurd Birêz Ocalan weke muxatebê sereke yê muzakereyan dibîne û bi mîlyonan îmze ji parlamenta Tirkiyeyê re şand. Li qadên Newrozê û di dema pîrozbahiyên 8'ê Adarê de gelê Kurd ev vîn careke din bi zelalî nîşan da."

YÊN LI SER ŞER XWE XWEDÎ DIKIN HENE

Yigîtalalp, da zanîn ku yên li ser şer, gel kirina dijminê hev û kûrkirina krîza aborî re xwe xwedî dikin hene û wiha domand, “"Dewleta netewe ya Tirk hewl dide xwe li ser etnîkekî, bawerî û zayendiyê ava bike. Êdî ne pêkane ku pêvajo bi vî rengî were meşandin. Pêvajoyeke ku gel ber bi xizanî û di nava xwe de parçebûnê ve dibe. Ji bo şîdet bi dawî bibe û aştî pêk were, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û azadiya xwe ya fîzîkî ji nû ve bi dest bixe." 

DIVÊ JI HEWRA TUNDIYÊ BÊ DERKETIN

Yigîtalap, diyar kir ku girtiyan li dijî pergala tecrîdê helwest nîşan dane û got, ''Girtî dernakevin hevdîtina malbat û telefonê, dadgehan boykot dikin û hewl didin bi vê helwesta xwe re balê bikêşin ser tecrîda li dijî Birêz Ocalan. Niha, yekane rêya ku gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn ji vê hewira tundiyê rizgar bibin, rakirina mercên tecrîdê yên li ser Birêz Ocalan, misogerkirina azadiya wî û destpêkirina pêvajoya muzakereyê di dema herî nêz de ye."