Hejmara leşkerên DYA yên li Iraqê wê ji 5 hezarî zêdetir bibe

Ji bo Operasyona Rizgarkirina Mûsilê ku wê di demeke nêz de destpê bike, DYA bersiveke erênî da daxwaza Iraqê ya ji bo zêdekirina hejmara leşkerên DYA'yî yên li vî welatî.

Li Iraqê niha bi qasî 4 hezar 600 leşkerên Amerîkî weke şêwirmend li Iraqê ne. DYA wê di demeke nêz de 600 leşkerên din jî bişîne Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî duh dabû xuyakirin, ku wan ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xwestine hejmareke din a leşkerên xwe bişîne. Li ser vê yekê, DYA ragihand ku wê hin şêwirmendên din ên leşkerî 'ji bo demeke kurt' bişîne Iraqê.

Hat gotin, leşkerên ji bo Operasyona Mûsilê werin şandin wê bi erka şêwirmendiya leşkerî û perwerdekirina leşkeran rabin.

Li Iraqê hê jî 4 hezar 600 leşkerên Amerîkî ji bo perwerdekirina yekîneyên artêşê û yekîneyên pêşmergeyan li Iraqê ne. Beşek ji van leşkeran tevlî hin operasyonên bejahî jî bûn û di şerê li dijî DAIŞ'ê de sê ji wan jiyana xwe ji dest dabûn.