Gelo Afganên anîne Wanê wê bikin cerdevan?

Li Wanê, bi hezaran Afganên bi kontrola dewletê û bi desteka Şaxê ÎHH a Wanê hatin anîn, li bajêr hatin bicihkirin.

Piştî Sûriyeyiyan niha jî Afgan li Wanê tên bicihkirin. Piştî ku Alîkarê Serokwezîrê Tirk Veysî Kaynak daxuyaniyek da û got, '3 mîlyon penaberên li Îranê dixwazin bên Tirkiyeyê', weke gava pêşî amadekarî hate kirin ku 150 penaberê ji Îranê hatine li Wanê werin bicihkirin.

Ev Afgan di destpêkê de li otelan û salonên sporê hatin bicihkirin. Karê Şaxê ÎHH a Wanê di vî warî de dewam dikin. Rayedarê ÎHH a Wanê Îbrahîm Çînkiliç got, wê der barê van Afganan de ya pêwîst bê kirin.

DI SALA 1982'AN DE EVREN JÎ KIRGIZ LI WANÊ BI CIH KIRIBÛ

Lîderê darbeya 12'ê Îlonê Kenan Evren di sala 1982'an de, 1150 Kirgiz bi balafirên Tirk anî bû Edeneyê û piştre li Meletî û Wanê bi cih kiribû. Herî dawî di sala 1983'an de Serokwezîrê demê Tûrgût Ozal li avahiyên li taxa Altindere ya navçeya Erdîş a Wanê bi cih kiribû.

AFGANÊN HATINE ANÎN, WÊ BIKIN CERDEVAN

Ev Afganên li Erdîşê hatin bicihkirin, piştre kiribûn cerdevan. Tê gotin, Afganên niha anîne Wanê jî, wê bikin cerdevan. Ewilî 150 penaberên Afgan anîne Wanê. Tê payîn ev hejmar di rojên pêş de bigihêje 75 hezarî.