Di têkoşîna li dijî terorîzmê de ji Îtalyayê xebatên çandî

Piştî komkujiya li Parîsê, li welatên Ewropayê nîqaş tên kirin, ku bi çi rengî dikarin pêşî li terorîzmê û rûdana dijminatiya navbera gelan bê girtin.

Piştî komkujiya li Parîsê, li welatên Ewropayê nîqaş tên kirin, ku bi çi rengî dikarin pêşî li terorîzmê û rûdana dijminatiya navbera gelan bê girtin. Hikûmeta Îtalyayê ragihand, ku ew ê xebatên çandî weke 'çeka li dijî terorîzmê' bi kar bîne û ji bo xebatên çandî sozê dide ku salane 500 euro bide ciwanan.

Piştî axaftina Seokwezîr Matteo Renzî ya çend roj berê, tedbîrên werin girtin zelal bûn. Ji hemû ciwanên bûne 18 salî re, wê 'karta çandê' ya ji 500 euroyî ku ji aliyê dewletê ve tê fînansekirin, bê dayîn. Ciwan wê vî pereyê di kartê de, ji bo çalakiyên çandî bi kar bîne.

Yek ji sozên ku hikûmetê daye, alîkariyên ji bo komeleyên çandî ye. Li Îtalyayê ku beriya niha bi tenê alîkariyên ji bo saziyên olî û siyasî ji bacê dihat kêmkirin, bi vê pêkanînê re wê bexşên ji komeleyên çandî re tên kirin jî, ji bacê bê daxistin.

Di nava plana nû ya hikûmeta Îtalyayê de, ji bo bûrsên xwendekaran jî budçeyeke nû ya ji 500 mîlyon euroyî jî heye.