Di êrîşa li Pakistanê de hejmara miriyan derket 100’î

Di êrîşa xwekujiyê ya li mizgefta li Peşaverê de hejmara miriyan derket 100’î. Piraniya kesên mirin polîs bûn û zêdeyî 225 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa xwekujiyê ya li mizgefta li bajarê Peşaver ê bakurêrojhilatê Pakistanê de hejmara miriyan derket 100’î.

Di teqîna ku roja Duşemê pêk hat de piraniya kesên mirin polîs bûn. Midûrê polîsên li Peşaverê Kashîf Atfab Abbasî got ku di teqîne El Cezîreyê de zêdeyî 225 kes birîndar bûne.

Mizgeft di nava kompleksek a ewlehiya hikûmetê de cih digre. Di encama teqînê de, banê mizgeftê hilweşiya û tîmên rizgarker ji bo derxistina cenazeyan, neçar man ku bermayên xerebeyan rabikin.

Raya giştî pirs dikin ku êrîşkarê yelekê xwekujiyê li xwe kir, çawa ketiye herêmek a di bin ewlehiya polîsan de.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf roja Duşemê serdana nexweşxaneyek a li Peşaverê kir û soz da ku wê “pêngavên tund” li dijî kesên li pişt vê êrîşê bê avêtin.