BI DÎMEN

Hin dîmenên balkêş ji merasîma Hezar Erbane ya li Degagayê

Îsal jî wekî salên borî li Hewramana rojhilatê Kuridstanê bi beşdariya hezaran kesî merasîma Hezar Erbane li gundê Degagayê hate lidarxistin.

Hefteya borî di 4’ê nîsanê de bi beşdariya nêzîkî 10 hezar kesî merasîma Hezar Erbane hate lidarxistin. Beşdarên merasîmê ji cihên cuda yên rojhilatê Kurdistanê û ji seranserî Îranê bûn.

Yek ji aliyên merasîmê yên xweşik ew bû ku gel bi cil û bergên Kurdî yên rengereng dîmenekî xweşik da merasîmê. 

Yek ji xala din a merasîmê ya balkêş ew bû ku piraniya beşdaran jin bûn. 

Erbanejen li ser banên malên gund rêz bûn û hunera xwe pêşkêş kirin. Vê yekê coş û kelecaneke taybet da merasîmê.

Heman merasîm roja înî, ango di 19’ê Nîsanê de, wê li bajarokê Palinganê jî bê lidarxistin.