Dîmenê çalakiya li Heftanînê hate weşandin

Gerîla TV dîmenên wesayita leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker ku li Heftanînê derb xwarî weşand.

Hate diyarkirin wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo bi çarçoweya ''Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê'' li herêma Heftanînê bûye hedef.

Têkilî çalakiyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev agahî da:

''27'ê Tebaxê saet 10:00'n li qada Şehîd Kendal di navbeyna Deriyê Dawetiyê û Girê Şehîd Rênas de dema ku wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo diçû, hêzên mew pêşî ew kirine ber kontrola xwe û piştre bi taktîka sabotajê lêdane.''