Cihê muzîkê li nava civaka Êzidî

Di nava gelek Qewl, Beyt û helbestên devkî yên Êzidiyan de muzîk mîna semboleke pîroz hatiye nasîn û wek çavkaniyeke girîng a ji bo duakirinê tê dîtin. Ji bilî vê bi şêweyekî pratîkî jî di merasîm û sirûdên ayînî de tê bikaranîn.

Li gorî Êzidiyan Def û Şebab awazek xwedawendî ye. Bi taybetî ev du enstrûmanên muzîkê ji bo Êzidiyan pîroz e û her kes nikare wana bijene.

Dîroka têkiliya Êzidî û muzîkê pir kevnar e, weke ku bi xwe jî dibêjin 'Êzidî civaka muzîkê ne'. Wateya vê ew e ku têkiliya wan koka xwe bi hizrekî ruhî heye, lewre muzîk ketiye nav derûniya mirovên Êzidî. Her wiha di merasîmên xwe yên baweriyê de jî wek pîroziyekê bikar tînin.

Ji aliyê civakî ve jî bi stran û helbestên devkî karîne civak û dîroka xwe biparêzin ku mijarên wan li ser aliyê bawerî, neteweyî, evîndarî û serpêhatiyên nexweş ên bi serê wan hatî ku bi xwe jê re dibêjin Ferman, hatine hûnandin.

Mînaka wan cûre stranan pir in ku tê de bûyerên dîrokî tên vegotin. Ji wan ên herî bi nav û bang stranên Genc Xelîl, Sor Gul, Xansê û Reşo, Derwêşê Evdî û Edûlê ne.

STRANÊN MÊR Û JINAN JI HEV CUDA NE

Di nava Êzidiyan de ji bo her sirûdekê cûreyek ji awazê dixwînin. Ji hindek ji wan stranan re dibêjin 'stranên koçik û dîwanan'. Tê wê wateyê ku li şevbêjiya dîwan û meclîsan tên gotin. Ya balkêş ev e ku hin ji wan stranan bi taybetî ji bo mêran in û hin jî ji bo jinan. Ji wana cûreyek melodî heye ku jê re tê gotin 'Xerîbî' ku taybetê jinan e, di dema şîngirtinan û li ser miriyan dibêjin. Helbesteke nivîsarî ya diyarkirî jî tine ye û her kes bi xwe li hevtîne û dibêje. Çîrokên girêdayî serpêhatiya wê, nerazîbûn, qehremantî û çîroka kesên ku ji dest danî dibin esasên sereke yên helbestên wan ên nivîsarî.

Cûreyek din ê stranan heye ku jêre tê gotin 'Pesta' yan jî 'Durik' ku bi şêwazê stranên dîlanê tên gotin û rîtma wan bi nizm û bilindî ye û hindekê bilez e. Çend cûreyên wê miqamê hene ku navê wan wiha ne: 'Durikê Mila, Durikê Sê Pê û Durikê Gul Şênî'. Hunermendê navdar ê Şengalî Xidir Feqîr yek ji wan stranbêjên navdar e ku di vê hêlê de bandorek li ser nivşên nû kiriye.

'YÊ ENSTRUMENTER DIVÊ DESTPÊKÊ ENSTRUMENTA XWE MAÇ BIKE'

Ji derveyî wana di nav Êzidiyan de ji bo enstrumentan girîngiyeke mezin tê dayin û bi pîroz tê destgirtin. Ji ber ku di stranên ayînî de tên bikar anîn; ji wana bi taybetî du amûrên muzîkê def û şebab wate bilûr ku taybet ji bo merasîmên girêdayê baweriyê tên bikaranîn, her wiha saz yan tembûr ku ew taybetmendiya wê ya pîrozbûnê kiriye ku yê tembûrjen beriya destpê bike wê maç bike.

Ji bilî wana hin amûrên din wek Duhol û Zurne ku ji bo miqamên civakî û wan dîlan û semayên ku di dema serdana mezargehên xwe dikin bikar tînin, hin caran jî li şûna zurneyê amûra flût ku pir sade ye û ji qamûş tê çêkirin bi kar tê. Ya ji hemûyan pîroztir def û şebab in ku tenê di qewl û qesîdeyan de navê wan hatiye.

DI CEJNÊN XWE DE MUZÎKÊ BI KAR TÎNIN

Êzidî di cejnên xwe de bi taybetî di cejna (Cema) li Laleşê 7 roj û 7 şevan li def û şebabê dixin. Li wir hin rê û resm hene ku heya sibehê dewam dike û bi wê muzîkê tê birêve birin.

DI AWAZ Û MUZÎKÊ DE ŞENGAL DEWLEMENDTIR E

Li tevahiya navçeyên ku Êzidî lê ne, di aliyê stran, awaz û muzîka folklorî de navçeya Şengalê ji hemûyan dewlemendtir e ku çavkaniya xwe ji hemû stran û helbestên nivîskî digre ku koka xwe dawerandiye nav çanda Êzidiyatiyê. Ku tê de strana resen bi destê komek ji hunermendên navdar ên dîroka stran û mûzîka Şengalî xwe bi kok kiriye.

ÊZIDIYAN BI STRANÊ DÎROKA XWE JI TUNEBÛNÊ PARASTIN E

Ji hunermendên nas yên wek Pîr Giro, Pîr Miço, Şêx Mûs, Xeyro, Xidir Feqîr, Farisê Qolo, Qasimê Meyro, Qepal, Kiçê Emê, Ebas Melo, Silêmanî Qasimî Zewî, Biroyê Şerqî, Îdoyê Kotî û çendîn stranbêjên din ku hunermendên pêşeng ên dewerê nin û xwedî girîngiyekî pir dîrokî nin, ji ber ku piraniya wan ferman û karesatên ku di tevahiya dîrokê de bi serê Êzidiyan hatinî, di singê wan stranbêjan de hatine arşîvkirin û di tekstên wan de hatiye behskirin da ku nivş bi nivş ji hevdu vebêjin û ew bûyerane ji bîr neçin. Ev jî li şûna tekstên nivîskî û pirtûkên çapkirî bûye çavkaniyeke dîrokî ji bo belgekirina bûyeran.

HER KES NIKARE WAN DU ENSTRÛMANÊN ÊZIDIYAN LÊ BIXE!

Ev cûreya ji muzîkê bi taybetî bi qewalan (kalo) e û tenê ew dikarin di merasîman de lê bixin. Li gel Êzidiyan def û şebab weke çavkaniya fermana xweda tê dîtin û pîroz dibînin. Kalo ango ew kesên Qewlbêj û amûrjen kesên taybet in û nabe ku her kes wê karî bike û bibe Kalo. Ji ber ku ew kesane tenê ji du eşîrên mezin ên Êzidiyan dikarin bibin ku ew jî eşîrên Hekarî û Domelî ne. Her du eşîr jî li gelek deverên Êzidiyan de ne. Hejmareke zêde ji eşîra Domilî li civaka Şarya ne û yên Hekarî jî li Şêxan û hawirdora wê ne.

Yên ji wan re dibêjin qewal yan kalo, ji ber ku piraniya wan tekstên ku ligel def û şebab tê gotin  bi zimanê Kurdî nin lewre pêwîste zimanê Kurdî bi başî bizane û bikare enstrûmanan (def û bilûr) baş lêbixe û şareza be. Her wiha tekstan jiberkirî bizane ku ji wan re tê gotin, qewl, beyt, qesîde, diroze û misbehat.

Di piraniya sirûdan de pêwîste 7 kalo yan qewal hebin, 3 kes defjen, 3 kes bilûrjen û yek jî li pêşiyê dimeşe ku jê re tê gotin Pêşrew.

BI MÛZÎKÊ PÊŞWAZIYA ZAROKÊ NÛ JI DAYIKBÛYÎ DIKIN

Ji berê ve û bi taybetî li gundên Êzidiyan dema ku bixwastibana nav li zarokek yê nû ji dayik bûyî bikin merasîmeke civakî dihat lidarxistin. Ew jî cûreyek din ê sirûdê taybet û def û şebab têde dihat bikaranîn. Her wiha piştre merasîmek ji bo ku zarokê xwe li Laleşê bi ava spî mohr bikin merasîmeke din lidar dixistin ku wek mirovekê Êzidî dest bi jiyanê dike. Dîsan bi govend û bilûr û defjeniyê dihat xemilandin ku jêre tê gotin 'govenda derê kaniya spî', wate govenda ber deriyê kaniya spî. Ew kanî li Laleşê ye û ji bo hemû Êzidiyan ferze ku bi ava vê kaniyê were mohrkirin, ji bo ku nasnameya Êzidîtiyê bistîne ku bi xwe jêre dibêjin mohrkirin.

DI MUZÎKA ÊZIDÎTIYÊ DE CIHÊ TEMBÛRÊ

Tembûr yek ji enstrûmanên herî bi nav û bang ya di nav Êzidiyan de tê hesibandin, jê re rêz tê dayin û yê bixwaze tembûrjeniyê bike pêwîste beriya her tiştî bêje 'bi destûra xwedê' û tembûra xwe maç bike.

Kesên ku tembûran çêdikin bi taybetî li nav Êzidiyê li Şengalê ne, piraniya wan bêyî ku teknolojiyê bikar bînin bi dest çêdikin, ji ber ku li gorî wan dengê xwezayî yê wê xweştir e.

Piraniya tembûrên xwe ji dara gûzê çêdikin, ji ber ku dara gûzê baştirîn dare ji bo çêkirina vê amûrê û ji germa, serma û şilbûnê diparêze û dengê wê jî xweştir e. Ji bilî vê jî ji dara tû û qeysî jî tê çêkirin.

Ji nava kesên ku li devera Şengalê tembûrsaz û tembûrjen bûne, yên navdar ji mala Şêx Mûs, Mala Xidir Feqîr û Mala Pîr Giro bûne.

Êzidî di vê baweriyê de ne ku dikarin bi tembûrjeniyê dikarin behsa mezinahiya xwedê bikin, lewma pîroz dibînin.

Çavkanî: Ji pirtûka Hunera Pîroz a Heme Haşim hatiye wergirtin