YPS û YPS-Jin ji bo 2'ê Kanûnê daxuyanî da

Koordînasyona YPS- YPS JIN: Bi dirûşma 'azadiya te azadiya me ye' û bi rihê serfiraziyê yê lehengên Kurdistanê ku kevirên hîmî yên mezin ên berxwedana xwerêveberiyê em careke dî sond dixwin ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi ser bixin.

Koordînasyona YPS-YPS JIN'ê daxuyaniyeke niviskî da û got encex bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şerê şoreşgerî yê gel dikare bi ser bikeve.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Dişûma ''berxwedan berxwedan berxwedan'' ku tevgera PKK'ê ya ku 43 salên dastanî li pey xwe hiştî, kirî mîtat, ne tenê li gelê Kurd, ji bo hemû gelan ku rûmeta mirovahiya cîhanê, dad û wekheviyê û jiyaneke demokratîk a komunal dixwazin banga berxwedanê bû. Bi tevgera PKK'ê re ku hêviya mirovahahiyê ye, bîrewerbûna welatparêzî ya li nav gelê Kurdistanê, lêgerîna li azadiyê û daxwaza wê, daxwaza berxwedanê ku baweriya xwe her diçû zêde dibe, coşiya giranî her ku diçû zêdetir dibû.

2'yê Kanûna 2015'an xwedî maneyeke dîrokî ye. Artêşa TC'ê ku ji bo berxwedanê serkut bike seferber bûyî, bi Sûrê dest pê kir û piştre li Nisêbînê, Şirnex, Cizîr, Gever û qadên din ên berxwedanê qedexeya derketina derve ragihandî xwest ku konsepta kabşikandinê sazkar bike. Li dijî vê li gel rastiya bûyina li Kurdistanê û komkujiyê, zarok, dê, ciwan û kal û pîr her kesî bêhna welatparêzî û azadiyê ji dil ve hîs dikir.  Rast e; jixwe Rêber û Tevgera Azadiyê hebû lê ew qanih bûbûn ku ev şerê giran tenê li ser milê gerîla nikarîbû were hiştin. Li cîhanê gelek ceribandin hene. Weke berxwedana komuna Parîsê, Elmanya û Fransayê, herî dawî li Kurdistanê Şengal û Kobanê li Bakurê Kurdistanê ciwanên dilêr Ên ku li dijî artêşa TC'ê ya faşîst digotin berxwedan berxwedan tenê ne li çiyayan, li bajar, taxan, li malên xwe li gel dê û xwîşk û birayên xwe biryar li ser berevaniya kuçeyên xwe dabûn. Wê berdêla vê berxwedan û biryarê giran bûya. Dibû ku wê gelek can nemane lê li mala xwe an jî li kuçeyan wê nebûna qurbanê guleyeke serserî. Di rewşeke wiha de ku malên wan dihatin şewitandin, wê mirina vê carê ne bi wî rengî bûya ku rûmeta wan nehate binpêkirin. Vê carê wê ne mirineke jirêzê bûye. Wê bi lehengî li ber xwe biddana û şer bikirana.

Wê ne li pir dûr li kuçeyên xwe li ber xwe bidana û bijiyana. Ne nebûya mirineke jirêzê, vê carê bibûna nûnerê berxwedan û pêşeng. Û her çi jî bibûya gotin wê bêhempa be û artêşa TC'ê ku li bara berxwedana bêhempa a ciwanan careke dî têk bişikiya. Lê tang û topên wan ciwanen dilêr nebû, artêşên wan ku li cîhanê li pêş nebûn. Bi derfetên xwe yên kêm şer kirine. Cîhanê jinedîtî ve hat lê hinan ji bo ewlehiya kuçeya xwe û mewziya xwe kursiyê xwe, hinan dolaba xwe, hinan deriyê mala xwe ji bo xwe zaro kû hevrêyê xwe kiriye sîper. Enî, moral û hêza me ya herî mezin ew bû ku jina dayik a xwedavanda 70 salî ku xwarina dawî nexwarî û bi zerikek şorbeya xwe bi saetan li kuçeyan birçî sekîn û digot, 'zarokên min', xwedavenda dî yadê Xeyriya ku bi dil û can qebûl kiribû ku bibe mertalê zindî, ji bo ku zarokên wê hevrê Andok, Armanc û Deniz zêde neşewitin, nequfilin bi dilgermiya dayikê hevrê hembêz kirî û gotina hevrê Sertîp bû ku gotî ez ê jî derbê li wê rûmetê bicim ku malbata min ji dest dayî û li hewldana hevkariya wê bixim. Manewiyat ji her tiştî hêjatir bû û vê carê hatibû çespandin .Bi bêr û kulingan xendek hatin kolan, ew mewzî û  xendek bi kevirên parkeyan ên ku zarokên 10 salî lê dilê wan mezin hatin çêkirin.

Zirxên me perde bûn bû dayikên me ji ber pencereyên xwe kirin û dema ku niviştên zaroktiyê, duayên pîrikên me di stûyên me de bûna kîjan hêzê wê zora van fedayiyên dildar bibira. Gelek caran birçî, tî man, li kuçeyan man lê bawerî û azweriya azadiyê her wiha rihê berxwedanê yê li nav PKK'ê tim bû ronî û heta dawî jî ew ronahî bernedana. Ji ber ku carekê tehma azadiyê hatibû standin û dîtin ku bêyî dewletê dikarin her tiştî bikni. Ciwanên dilêr ku ev çirûsk dîtin, ji bo ku bi kelecanî û coşiyê tevlî azweriya li azadiyê bibin, qadên azadiyê pîroz dikirin, diherik ser welatên xwe yên eslî ku xeyalên zarokên xwe lê daleqandibûn. Xerxî yê Farqînî, Rodî, Soro, Çİya bûn, Delîl, Berfîna Cizîrî ya porsor bû ku rengê pêşî dane Sûrê, yên ku pêşengî li têkoşînê kirin gelek dilêr bûn ku em nikarin navê wan hemûyan bihijmêrin.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

''Herî dawî 25'ê Adara 2021'an bi telefonê me ji Rêbertî ku mîmarê hemû afirandinane stand. Rêbertiya me ev 22 sal in li devereke ku mirov dibêje mirov nikare li vir bijî, hêz û vîna ku pêşengî li evahiya gelên cihanê bike daniye holê. Li dijî pergal aêşkenceyê ya Imraliyê ku berxwedan herî mezin lê hatiye kirin, encex bi bicihanîna azadiya fizîkî ya Rêbertia me û bi şerê şoreşgerî yê gel şerê me yê gel ê şoreşgerî dikare bi ser bikeve. 

Em YPS- YPS JIN bi dirûşma 'azadiya te azadiya me ye' û bi rihê serfiraziyê yê lehengên Kurdistanê ku kevirên hîmî yên mezin Çiyager, Zeryan, Xebatkar, Nûan, Jiyan Şêr, Yildiz, Sêvê, Îslam, Mehmet Tûnç, Mûnzûr û hemû lehengên Kurdistanê ên berxwedana xwerêveberiyê em careke dî sond dixwin ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi ser bixin.''