Teleskopa James Webb wê 24'ê Kanûnê bê şandin

NASA teleskopeke nû dişîne fezayê. Ev teleskop wê bikeve şûna Teleskopa Fezayê ya Hubble, ku bi dehan sal in çavê me yê li fezayê ye.

Teleskopa ku wê bi hevkariya NASA, Ajansa Fezayê ya Ewropayê û Ajansa Fezayê ya Kanadayê bê bikaranîn, wê bikeve şûna Teleskopa Fezayê ya Hubble, ku 31 sal in tê xebitandin.

Fikrê destpêkê yê çêkirina teleskopeke bi vî rengî sala 1989'an derkete holê û pêvajoya çêkirinê jî sala 1996'an dest pê kir.

Her ku maliyeta teleskopê zêde bû, sala 2005'an hin guhertinên mezin jî lê hatin kirin. Sala 2016'an qediya. Piştre jî testên berfireh dest pê kir.

Sala 2018'an meha Adarê di dema testê de ji ber ku mertalê xwe yê rojê zerar dît, dema şandina teleskopê hate taloqkirin.

Herî dawî biryar hate dayin ku teleskop di 24'ê Kanûna 2021'ê ji bo fezayê bê şandin.

Teleskopa Fezayê James Webb, wê karê ku Teleskopa Fezayê ya Hubble nekarî bike, pêk bîne.

Teleskopa wê cismên herî dûr û kevn ên li gerdûnê bike ku bê dîtin û bi vî rengî gelek tiştan eşkere bike.