Tedawiya pençeşêra prostatê 'bi teknîkeke nû' wê were ceribandin

Di xebatekê de ku şîrketa medîkal a bi navê Koelîsê, ku li bajarê Grenoble ya Fransayê dixebite, ji bo pençeşêra prostatê teknîkeke nû tê ceribandin.

Ceribandin li ser 65 nexweşên pençeşêra prostatê dest pê kiriye û bi kêmanî 2 salan wê didome. Ev xebat li Fransayê li 8 navendên urolojiyê têne rêvebirin. Bi xebateke berfireh tê ceribandin ku pençeşêra prostatê b teknîkekê nû were standin.

Bi teknîka nû ku li dijî pençeşêra prostatê weke 'şoreş'ê tê danîn, tê armackirin ku piştî emeliyatê nexweş zûtir rehet jî bibe. Li gorî vê, bi teknolojiya 3D'yê pêşî divê devera pençeşêrî bi hesasî were standin. Dema ku ev tê kirin jî divê raçînka devera pençeşêrî were parastin.

Bi lêkolîna bi navê ''Vîolette''yê piştî ku pençeşêra prostatê bi teknîka nû hate standin wê asta terapiyê jî were pîvan. Qonaxa pêşî ya lêkolînê di navbeyna salên 2017-2019'an de li Nexweşxaneya Cochînê ya Parîsê hatibû kirin.

Di lêkolînê de wê lê binerin bê ka piştî emeliyatê di nav 12 mehan de dîsa pençeşêr çêbûye yan na.

Li gorî Prof. Nîcolas Barry Delengchams, ku yek ji rêveberê xebata bi navê Vîolette ye, ceribandinên ku wan dane destpêkirin wê bi rêbazeke nû werin kirin. Lê encamên xebatê herî zû wê sala 2023'an werin standin.