Tê payin ku rêjeya kanserê li welatên xizan zêde bibe

Li gorî raporeke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, li welatên ji aliyê aborî ve kêmpêşketî û bi pêş dikevin, tê payin ku di nava 20 salan de rêjeya kanserê 80 ji sedî zêde bibe.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku kanser êdî di asteke bilind de tê dîtin û ragihand, di nava 20 salan de li welatên kêmpêşketî û bi pêş dikevin, tê payin ku nexweşên kanserê bi du qatî zêde bibin.

Di raporê de bal hate kişandin ser van mijaran:

Li 15 ji sedî yê welatên kêmpêşketî û bi pêş dikevin li dijî kanserê rêbazên tedawiyê yên dawî tên bikaranîn, li welatên ji aliyê aborî ve pêşketî 90 ji sedî nexweşên kanserê dikarin tedawiyên herî dawî peyda bikin.

Tê payin ku sala 2040'î hejmara nexweşên kanserê bi du qatî zêde bibe. WHO li bendê ye ku her sal 2937 nexweşên nû yên kanserê rû bidin û texmîn dike ku kanser di nava sedemên mirina mirovan a li qada navneteweyî de di rêza sêyemîn de be.

Li welatên kêmpêşketî û bi pêş dikevin, bi rêbazên kontrolkirin û tedawîkirina kanserê 7 milyon mirov dikarin bên rizgarkirin.

Yek ji çar cûreyên kanserê ji ber tûtinê û berhemên tûtinê rû didin. Li welatên ji aliyê aborî ve kêmpêşketî û bi pêş dikevin rêjeya mirovên tûtinê bi kar tînin zêde dibe.

Li dijî HPV ku sedema kansera malzarokê ye, li welatên ji aliyê aborî ve pêşketî 34 ji sedî yê jinan derzî li xwe xistine. Li deverên din ên dinyayê ev rêje 3 ji sedî ye.

Ji bo di nava 10 salên bê de pêşî li mirina ji ber kanserê bê girtin divê bi 140 milyar dolarî razemenî bê kirin.