Li gorî medya dewletê, reaktora fuzyonê ya nukleerî ya li Çînê, 17 deqeyan bi pênc qatî ji Rojê bêhtir sincirî.
Li EAST'ê ku ji aliyê Çîniyan ve hatiye avakirin, zêdeyî 10 hezar lêgerînerên zanistî yên Çînî û biyanî ji sala 2006'an ve ji bo pêkanîna 'roj a çêkirî' dixebitin.
Ajansa Nûçeyan a Xinhuayê ragihand, ku Tokamaka Derbasker a Super a Pêşketî ya Ceribandinê (Experiential Advanced Superconducting Tokamak-EAST) di dema ceribandinê de gihîşt pileya 70 mîlyon santîgratê.
Germahiya dendikê Roj a rastî derdora 15 milyon pileyî santîgrat e.
Armanc ji çêkirina cîhaza Roj a çêkirî ew e, ku reaksiyona xwezayî ya li stêrkan teqlît bike û bi vî rengî enerjiya paqij a bêdawî bi dest bixe.
Ji Enstîtuya Fîzîka Plazmayê ya Akademiya Zanistiyan a Çînê rêveberê ceribandina dawî û lêkolîner Gong Xianzu ji ajansa Xinhuayê re axivî û got, "Operasyona dawî bû bingeheke xurt a zanistî û ceribandî ya li ser lihevxistina li rektoreke fuzyonê."
Projeya EAST'ê ku bi 835 milyar Euroyî hate çêkirin, wê ceribandinên xwe heta meha Hezîranê dewam bike.
Fuzyona nukleerî weke tasa pîroz a hilberîna enerjiya paqij tê pênasekirin, lê belê li gel lêkolînên bi dehan salan ên têkildarî teknolojiyê jî heta niha li derveyî laboratûwarê nehatiye pêkanîn.
Reaktorên fuzyona nukleerî ku fîzîka Rojê ya rasteqîn komy dike, ji bo karibe elektrîkê biafirîne, dendikên atomê gihand hev.
Ev pêvajo ne bi bikaranîna sotemiya fosîlê pêk tê, ne jî bermahiyên metirsîdar li pey xwe dihêle. Fîzîknas her wiha îdîa dikin ku bi vî karî re rîska felaketeke hawirdorî gelekî kêm e.
Tîma reaktorê ya Çînê wê piştgiriya teknîkî bide projeya mega ya reaktora fuzyonê ya nukleerî ku niha li bajarê Marsîlya yê Fransayê tê avakirin.
Reaktora Ceribandinê ya Termonukleerê ya Navneteweyî (ITER) dema ku qediya wê bibe reaktora herî mezin a cîhanê.