Rêveberiya Trump dixwaze heta 2024'an mirovan bişîne ser Heyvê

Alîkarê Serokê DYE'yê Mike Pence got, wê di nava pênc salên bê de derfetên xwe hemûyan bi kar bînin û careke din astronotan bişînin ser Heyvê.

Mike Pence civîna Konseya Fezayê ya Neteweyî ya li Huntsville ya li eyaleta Alabamayê bi rê ve bir û got, "Niha mîna salên 1960'î di mijara fezayê de em dîsa di nava pêşbirkê de ne."

Pence diyar kir, wê beriya sala 2024'an astronotan bişînin Heyvê. Halbûkî NASA'yê ragihandibû ku piştî sala 2024'an stasyona bi navê "Gateway" li dora dinyayê bi cih kir, wê heta sala 2028'an mirovan bişîne Heyvê.

Di çarçoveya bernameya Apollo de di navbera salên 1969 û 1972'an de şeş mîsyon ji Heyvê re hatin şandin. Ji bilî DYE'yê heta niha tenê du welatan; Rûsya û Çînê bi maşînên fezayî robot birine ser Heyvê.

Mike Pence got, piştî Neil Amstrong ku sala 1969'an yekem mirov bû ku çû ser Heyvê, dem hatiye ku gaveke din a mezin biavêjin.

Pence ragihand, ji bo karibin di nava pênc salan de jinûve astronot bişînin Heyvê wê derfetên xwe hemûyan bi kar bînin û amadekariyan dikin ku hem hebûneke xwe ya mayinde li Heyvê çêbikin, hem jî astronotên Emerîkî bişînin Marsê.

Midûrê Ajansa Fezayî ya Emerîkayê Jim Bridenstine li ser twitterê daxuyaniyek da û diyar kir, ew vê daxwazê qebûl dikin û got, "Dem dema karkirinê ye."