Perseverance wê ji Marsê axê bîne Cîhanê

Yekemcar ji gerstêrkeke cuda ax ji cîhanê re tê anîn.

Amûra Perseverance ya NASA'yê ku ji 8'ê Sibatê ve li Marsê ye, li kratera Jezero ya Marsê parçeyekî biçûk ji tehtekî kir û wê vî parçeyî bigihîne cîhanê. Ev operasyon hefteya derbasbûyî hate kirin.

Mînaka ji tehtê hatiye wergirtin wê tevî mînakên din li nava Perseverance bin û piştre bigihîne cîhanê.

NASA û Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) plan dikin ku ji bo van mînakan bîne cîhanê di dema bê de du mîsyonan amade bike.

Ji Midûriyeta Wezîfeyên Zanistiya Fezayî ya DYE'yê rêveberê alîkarê midur Thomas Zurbuchen got, "Bi bikaranîna amûrên zanistî yên herî pêşketî yên li cîhanê, wê lêkolîn bê kirin ku li Marsê jiyan heye yan na."