'Pençeşêra pêsîrê êdî bêyî kemoterapiyê wê were tedawîkirin'

Di lêkolînekê de ya bi asta navnetewî tê destnîşankirin beşekî zêde yê wan jinên ku bi pençeşêra pêsîrê ketine bêyî kemoterapiyê wê bikaribin tedawî bibin.

Lêkolîna bi navê 'RxPONDER' ji hêla komeke serbixwe ya bi navê Swod Cancer Research Networkê ve hate rêvebirin, ku Navenda Onkolojiyê ya Donostîa ya li Spandyayê û Enstîtûya Pençeşêrê ya Netewî ya Emerîkayê jî partnerê wê ne. Di daxuyaniyê de ya têkilî lêkolînê, ku koma medîkal a bi navê Geîcam jî tevlê bû, hate destnîşankirin ji bo teawîkirina nexweşiya pençeşêra pêsîrê êdî kemoperapî êdî wê ne mecbûrî be.

Li gorî daxuyaniyê dema piştî menopozê ji bo nexweşên bi reseptorên hormanî yên wekî RH+HER ên negatîf ketine, tedawiya nû wê bikaribe were ceribandin.

Li gorî vê ev cureyên pençeşêran ku heta niha bi terapiya hormonan û kemoterapiyê dihate tedawîkirin êdî tenê wê bikaribe bi terapiya hormonan were tedawîkirin. Di encama lêkolînê de tê tespîtkirin herdu cure tedawî bi eynî astê karîger in û wê ne hewce be ku karîgeriya giran a kemoterapiyê were jiyîn.

67 ji 100'Î nexweşên postmenpozê û yên jî nexweşên beriya menopozê tevlî lêkolînê bûn. Li ser du koman, 5 salan tenê terapiya hormonê hate ceribandin û ji bo koma dî jî tevî vê kemoterapî jî hate ceribandin.

Di encama lêkolînê de ji nexweşan ku bi pençeşêra RH+HER2 bûne û bi kêmanî 2 ganglîyonên wan ên pozîtîf hene û di dema postmenopozê de, bêyî kemoterapiyê jî eynî encam dikare were standin. Di lêkolînê de hate gotin nexweşên ku ganglîyonê wan ên pozîtîf di navbeyna 1-3'yan de heke kemoterapî nebin, teqeziya wê ya zanistî nîne ku dikarin tedawî bibin.