Nasnameya gerîlayê şehîd hate ragihandin

Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ragihand gerîlayê PKK'ê Hêja Nasîf Elî Huseyîn (Milîtan Cûdî), 2019'an, meha Mijdarê şehîd bûye.

Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK'ê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand, gerîlayê PKK'ê Milîtan Cûdî, 2019'an Mijdarê bi encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

Komîteyê bal kişande ser rola nokeran ên di êrîşên dewleta Tirk de Şû got, ''Rastiya PKK'ê rastiya şehîdan e û şehîd PKK'yiyên rasteqîn in. Teqez e ku partiya ku li ser vê rastiyê ava bûyî ji hêla dîrokî û civakî ve wê bi ser bikeve. Li nav PKK'ê xwedîderketina li şehîdan û li bîranîna wan, temamkirina bîranînên wan ên nîvcoyî ji bo ji bo dayina maneya cîhana maneyan a şehîdan dibe gava pêşî.

Me hevrê Milîtan, qedroyê milîtan ê pêşeng ê hêja yê partiya me û nûnerê ku dijiya ê nirxên dîrokiya komunal, mînaka herî xweş a civaka berxwedêr a Başûrê Kurdistanê, Mijdara 2019'an bi êrîşa hewayî ya li ser Qadên Parastinê yên Medyayê me şehîd da. Di şexsê malbata heval Milîtan de em sersaxiyê didin gelê Başûrê Kurdistanê, Partiya me, hevrêyên me û hemû gelê xwe û sond dixwin têkoşîna xwedîderketinê bi her rengî em ê bidin.

Hevrê Milîtan Cûdî li Helepçe ya Başûrê Kurdistanê jidayik bûye. Hay ji cihê Helepçe yê li nav dîroka Kurdistanê, maneya wê, giringiya wê hebû û bi vê bîreweriya civakî dîrokî tev li jiyanê dibû. Ji zaroktiyê ve guhdarî li azadbûna Kurdan, di serî de li ser komkujiya Helepçe, li çîrokên li ser komkujiya Enfalê guhdarî kiriye. Hevrê Milîtan tenê bi guhdarîkrinê nemaeye, bûye xwedî bîr û bawerî û biryardariya ku bersivê jî bidin rûdanên li dîrokê.''

HER GAV DI NAV TÊKOŞÎNEKE ÎDEOLOJÎK DE BÛ

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin Milîtan Cûdî 2009'an PKK nas kiriye û bi salan li qada civakî xebitiye û piştre 2015'an tevlî nav refên gerîla bûye û hate gotin, ''Ji kûr ve li dijî xayintî û nokeriyê rabûye û dahatuya Kurdatiya azad li nav PKK'ê dîtiye. Hevrê Milîtan li ser vê mijarê weke navê xwe req bûye û xwedî helwesteke zelal bûye. Bi bîrewerî û baweriyeke mezin li her deverê xeta PKK'ê parastiye, bi kesayata xwe ya pevçûnî her gav têkoşîneke îdeolojîk daye.

Bi bîreweriya ku şoreşa PKK'ê şoreşa hişmendiyê ye, bi hewleke mezin hewl daye ku paradîgmaya Rêber Apo biafirîne. Di nav xebatên propaganda û ajîtasyonê ya partiyê de cih giriye û bi keda wî ev xebata bi ser keftî rê ve çûne û geşedanên mezin bi xwe re aniye. Hevrê Milîtan gerîlayekî xurt ê PKK'ê ye ku bawerî bi şoreşa bîreweriyê dianî û bi helwesta xwe ev nîşan dide. Li ser rêya şehîdê me yê mezin hevrê Helmet, xwe xurt kiriye û bi îdîayeke mezin pêşengiya azadiyê kiriye.

Li hemû qadên Başûrê Kurdistanê maye, li her devera ku lê mayî bêyî ku cihêtiya biçûk û mezin bike bi giyanê şoreşê bi hemû peywiran ve beziyaye. Sala ku tevlê bûyî li akademiya Alî Çîçek bi coşî û bîreweriya bi bi îdîa ya ku perwerdehiyê dayî bûye xwedî destpêkirineke bi îdîa. 2017'an li Akademiya Çapemeniyê ya Gurbetelî Ersoz perwerde bûye, bi bîreweriya ku ava kirî tevlî nav xebatên propagnda û ajîtasyonê bûye, di hemû kêliyên xebatan de heqê vê perwerdehiyê daye.

BI JIYANA XWE BÛ XWEDÎ HELWESTEKE MÎNAK

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, ''Êrîşa ku pê hevrê Milîtan 2019'an şehîd bûyî, ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve hatiye kirin. Lê heke dewleta Tirk derdorên noker û xayin rêxistinî nekiribûna û li nav Kurdan sîxûrî geş nekiribûna wê nikarîbûna vê êrîşê bîne'' û hate domandin, ''Di dîroka Kurdistanê pozîsyona xayintî û nokeriyê, helwesta wê, di demên nêzî serfirazbûnê de çawa derdiekve holê tê zanîn. Di serdemeke wiha de ku paradîgmaya Rêber Apo bûye xwedî rengekî gerdûnî, xeta PKK'ê çandeke mezin a berxwedanê ava kirî, bûye xwedî wesfekekî cihanî, xayintî û nokeriya ku kirin nav gelê me, ji aliyekî ve gelê me jehrî dike, ji aliyê dî ve dibe sedema jidestçûna gelek zarên hêja yên gelê me.

Li dijî xatintiya ku derdorên noker û xayin li ser gelê me ferz dikin, helwesta herî rast a li dijî sîxûriyê, di şexsê hevrê Milîtan de hatiye danîn. Hevrê Milîtan bi jiyan, helwest, bi tevlêbûna xwe, bi rengê fikra xwe, bi hişmendiya xwe ya kar nîşan daye. Bûye yek ji şervanê  Rêber Apo ku têra xwe heq ji navê xwe derdikeve, bûye yek ji milîtanê PKK'ê ku pir li navê xwe tê. Şehîdbûna hevrê Milîtan ji hêla têkoşîna me ve windabûneke mezin e, bimanekirina şehîdbûna wî ew e ku mirov têkoşînê nêzî serfiraziyê bike.

Li dijî van êrîşan gelê me divê zêdetir birewer bibe, hay ji êrîşên rejîma Tirk a nîjatperest a faşîst hebe, li dijî van êrîşan li ser hîmê Kurdatiya azad bibe xwedî helwest, dîsa li nav gel mafê jiyanê nede kesayên wiha. Em jî careke dî sond dixwin ku li dijî van êrîşan layiqî hevrêyên xwe yên şehîd bibin, têkoşînê geş bikin, tolê hilînin. Di şexsê hevrê Milîtan de em li ber hemû şehîdan bi hurmet, minet, hezkirin bejna xwe ditewîni, careke dî sond li ser Kurdistana azad û Rêbertiya azad dixwin.

Bi mebesta ku bersiveke rast bidin şehîdbûna heval Milîtan, di serî de Helepçe û Başûrê Kurdistanê, em bang li hemû ciwan, jinên Kurdistanê dikin ku li dijî faşîzmê û nokeran ber bi refên azadiyê ve biherikin, xwe azad bikin, tevlî nav doza Kurdsitanê bibin, dest bi avakirina dîrokê bikin, tola Milîtan'an hilînin, xeta xayin û noker em ji Kurdsitanê derînin û jiyana azad ava bikin.''

Agahiyên gerîlayê ku şehîd bûyî wiha ne:

Nav-Paşnav: Hêja Nasif Faik Ali Huseyîn

 Nasnav: Milîtan Cûdî 

Navê Dê: Nîgar

Navê Bav: Nasif Faik Alî Huseyîn

Cihê Bûyinê: Halepçe

Dema Jidayikbûnê: 1994

Cih û Dema Şehîdbûnê: Qadên Parastinê yên Medyayê, 2019