'Mirina ji ber Covîd-19 dibe ku genetîk be!'

Zanyarên Îngiliz di lêkolîneke xwe de li ser wê yekê radiwestin ku bandora vîrûsa koronayê ya nû li gorî genetîka mirovan diguhere.

Li gorî rojnameya The Gûardîan, ji ber ku hin mirovên ji şewba Covîd-19 jiyana xwe ji dest dane ji heman malbatê ne, zanyaran dest bi lêkolîna bandora genetîk kirin.

Ji pisporên genetîk ên Kîngs College ya li Londonê Tîm Sepctor tevî komekê dest bi lêkolîna vê yekê kir. Li gorî lêkolînê, bandora Covîd-19 li mirovan li gorî rewşa genetîk a mirovan diguhere.

GENETÎKA HER MIROVÎ LI DIJÎ NEXWEŞIYÊ BI RENGEKÎ CUDA LI BER XWE DIDE

Pispor diyar dikin ku mirovek li gorî rewşa xwe ya tenduristiyê, sîstema xweparastinê ya beden li dijî nexweşiya Covîd-19 li ber xwe dide û bal kişand ser pêwendiya herdu faktoran bi genetîka mirovan. Lêkolîn li ser daneyên bernameya bi navê 'Covîd-19 Symtom Tracker' hate kirin û hate tespîtkirin ku 50 ji sedî yê semptoman genetîk in.

Li Îngilistanê herî kêm di du bûyerên cuda de cotikek, xwişk û birayek di nava çend rojan de li pey hev jiyana xwe ji dest dan.

DIBE KU PÊWENDIYA XWE BI PARVEKIRINA LI HEMAN QADA JIYANÊ JÎ HEBE

Lê belê pisporên genetîk ên lêkolîn kirin ragihandin, pêwîste ev nêrîn bi kûrahî bê nirxandin.

Pispor dibêjin, di mijara kuştina xwişk û birayan de divê nêrîneke cuda jî bê dîtin. Li gorî lêkolînê, mirovên xwedî heman genetîkê her wiha dibe ku li heman cihî ne û xwedî heman rê û rêbazên jiyanê ne, jiyana xwe ji dest dabin.

Her wiha dibe ku yên jiyana xwe ji dest dabin ji ber nexweşiyeke nehatiye teşhîskirin bi Covîd-19 jiyana xwe ji dest dabin.