Mûmyayên ziman zêr hatin kifşkirin

Yekîneyek ku ji arkeologan pêk tê, li perestgeheke li bajarê Îskenderiye ya Misrê Mûmyayên bi ziman zêr kifşkirine.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Kevnareyan, li Perestgeha Taposîrîs Magnayê Mûmyayên berî 2 hezar salan kifş kirin.

Hate tesbîtkirin ku Mûmyayên ziman zêr kifşkirine. Mirovên zanyar wer difikirin ku ‘ziman zêr’ pêkanîneke li ser miriyan e tên kirin. Di wê baweriyê de ne ku mirî bi vî rengî li gel xudayê Osîrîs diaxivin. Osîrîs di mîtolojiya Misrê de xudayê cehenememê yê ku miriyan didarezîne ye. Perestgeha Taposîrîs Magna diyarî Osîrîs, hevjîn û heman demê xwişka wî xudawend Îsîs hatiye kirin.

Arkeologan berî niha maskeyeke ya heyvê ku aîdê jinekê bû, 8 parçeyên wê ji zêr û maskeyeke ji 8 parçeyên mermer ku demê Greko-Roma dîtibûn.

Lêkolînvanan her wiha portreya Kleopatra û hinek pereyên metal ku navê wê li ser kifş kiribûn.