'Li peykên Ûranusê dibe ku okyanûsên mezin hebin'

Tê texmînkirin ku li pênc peykên Ûranusê, ku ji aliyê girseyê ve çaremîn mezintirîn gerstêrka Sîstema Rojê ye, di binê erdê de okyanûs heye.

Yekîtiya Jeofîzîk a Emerîkî di kongreya xwe ya payîza 2020'î de lêkolîneke nû ya li ser peykên Ûranusê parve kiribû.

Lêkolîn li ser peykên Mîranda, Tîtanîa, Oberon, Arîel û Ûmbrîelê yên Ûranusê hate kirin. Peykên navborî ji ber ku dişibin peyka Jupîterê Europa hatin hilbijartin û di bin erdê Europayê de okyanûseke mezin heye.

Hate ragihandin ku rûyê erdê yê van peykan dişibe volkanên ji qeşayê (cryovolcano). Ev jî tê wê wateyê, dibe ku di binê erdê van peykan de materyalên bi avê û dûkelê hebin.

Lêkolîn li gorî dîmenên maşîna fezayî Voyager 2 ve hatibûn kişandin, hate kirin. Voyager 2 sala 1986'an ji fezayê re hatibû şandin.