Li nav Pergala Rojê 19 cismên navstêrikan hatin keşfkirin

Hate ragihandin li gel ku li deveyî Pergala Rojê ne jî gelek cismên nû hatine keşfkirin ku di nav pergalê de bi serê xwe digerin.

Li gorî lêkolînekê ya ku li Brîtanyayê di kovara Monthly Notices of the Royal Astronomical Society de hatiye weşandin li nav Pergala Rojê gelek cismên ezmanî ku wekî ,'navberstêrikan' hatiye binavkirin pir zêde ne.

Di lêkolînê de hate gotin Borîsov û Qumumua ku 2017'an hatine keşfkirin ne cismên ezmanî yên kêmpeyda ne, li rêgeha Rojê bi kêmanî 19 cismên wî yên hevşibê wan hatine tespîtkirin. Bi xebata ku bi rêya kompîtirê hatiye kirin û jê re 'supercalculator' tê gotin, di navbeyna Jupîterê û Neptûnê de hin cismhene ku ji yên li dora Rojê digerin cihê ne.

Di lêkolînê de hate gotin dibe ku ev cismên di behdê de, dema çêbûna cîhanê beriya bi 4,5 milyar salan belkî ji hêla Rojê ve ew ji derxistibin derveyî pergalê heke ev keşf were teqezkirin hate gotin derbarê stêrikên din jî dibe ku rêyên nû hatibin vekirin.