Li dinyayê cara pêşîn xwîna çêkirî neqlî mirovan hate kirin

Li Îngilîstanê zanyaran cara pêşîn xwîna ku li laboratûvarê çêkiribûn neqlî mirovan kirin. Tê diyarkirin ev gav wê ji bo tedawiya nexweşiyên wekî talasemiyê avantajeke mezin be.

Li Îngilîstanê zanyaran xwîna ku li laboratûvarê hatiye çêkirin di çarçoveya xebateke klînîk de neqlî mirovan kirin. Wê test were kirin ku vê xwîna qasî kevçiyê xwarinê wê di bedena mirovan de roleke çawa pêk bîne. Ev xebat ji bo hilberandina cureyên xwînê yên ku kêm tên dîtin, hatiye destpêkirin.

Profesor Ashley Toye yê ji Zanîngeha Brîstolê diyar dike ku hinek xwîn hene ku bi tenê ya deh kesan ew cure wîne . Profesor diyar dike xwîna bi cureya Bombayê ya ku li Hindistanê tê dîtin, li Îngîltereyê bi tenê sê unîte heye.

Toye diyar kir ku ew hewl didin vê xwîna ku çêkirine, veguherînin xwîna pêwist û êdî jê re mekanîzmayeke hilberînê ava bikin.