Kulîlka pêşî beriya bi 174 milyon salî vekir

Hate diyakirin kulîlka pêşî li cîhanê beriya bi 174 milyon sal vekiriye.

Nebat ji mêj ve derketine holê. Celebên algan ên beriya bi milyarek sal hene. Nebatên bi kulîlk dereng xuya bûne.

Beriya bi demeke ne dereng kulîlka herî kevn bi navê 'Montsechîa vîdalîî' dihate zanîn. Ev kulîlk beriya bi 130 milyon salî xuya kiriye.

Li gorî analîzên nû yên genetîk kulîlka pêşî beriya bi 140 milyon salî vekiriye. Li gorî keşfa nû agahiyên têkilî kulîlka pêşî şaş in. Ji ber ku kulîlka pêşî ya bi navê ''Nanjînganthus dendrostyla'' beriya bi 174 milyon salî vekiriye.

Ev kulîlk ji hêla Akademiya Zanistên Çînî Nanjîng ve hate keşfkirin. Tîma Çînî li herêma Nanjîngê li ser latan lêkolîn li ser 250 fosîlên nebatan kir. Bi teknîka mîkroskobîk lêkolîneran diyar kirin kulîlka 'Nanjînganthûs dendrostyla'' nebateke kulilkî ye û bi tov e.