KCK'ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya civaka Êzidî pîroz kir.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) pîroz kir û xwest, cejn bibe wesîleya xurtkirina kar û rêxistiniya gelê Şengalê ya li ser bingeha avakirina Şengal a Xweser a Demokratîk.

Peyama KCK'ê bi vî rengî ye:

"Civaka Êzidî di sala 2024’an de Cejna Çarşema Sor a qedîm pîroz dike. Em Cejna Çarşema Sor a gelê xwe yê qedîm Êzidî pîroz dikin ku piştî fermana dawîn nêzî 10 sal in têkoşîna hebûn û azadiyê dimeşînin. Em hêvîdar in ku ev cejn wê bihêle gelê Şengalê li ser bingeha avakirina Neteweya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk hîn xurtir kar û xebatên xwe bimeşîne. Di heman demê de em cejna hemû Kurdên ku vê rojê bi çanda Çarşema Serê Nîsane pêşwazî dikin, pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn bibe sedema azadî, wekhevî, aştî û wekheviya hemû gelan. 

Weke berê îsal jî civaka Êzidî Cejna Çarşema Sor di bin êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de pêşwazî dike. Gelê Êzidî yê ku bi gavên xurt pêşeroja xwe ya azad bi xwedîderketina li nirxên xwe yên çandî, ziman û baweriya xwe ava kir, hê jî di bin gefa dewleta Tirk a qirker, mêtinger û hevkarên wî PDK'ê de ye. Ji ber vê sedemê em dizanin ku êrîşên dewleta Tirk ji bêtehamuliya wê ya li hemberî statûya gelê me yê Êzidî tê. Ji bo vê avakirina civaka azad û xweseriya demokratîk yek ji erkên me yên bingehîn e. Ji ber ku metirsiya qirkirinê hîn jî didome, ev jî berpirsyariyan zêdetir dike. Dibe ku êrîşên qirkirinê di demên pêş de dubare bibin, bersiva herî xurt a li hemberî van êrîşan ew e ku gelê me yê Êzidî hêza xweparastinê xurt bike, rêxistinbûyînên jin û ciwanan berfireh bike, giranî bide xebatên meclîsên gel û li Şengalê bi pêşxistina sîstema xweser avakirina jiyanê ye.

Dewleta Tirk bi zîhniyet û polîtîkaya xwe ya qirkirinê li dijî gelên herêmê şerekî topyekûn dimeşîne. Bi taybetî jî dijminên sereke yên gelê Şengalê dewleta çete ya Tirk, hevkarên wî PDK’ê û dewletên herêmê ne û her roj êrîşên qirkirinê pêk anîn. Civaka Êzidî û Kurdan helwesteke ku bi rastî xwe ji nû ve zindî kirin girtin. Gelê me yê Êzidî ku bi biryar e nirxên xwe yên çandî yên kevnar biparêze û berfireh bike, li dijî êrîşên dijmin bi îradeyeke mezin li ber xwe da. Nîşan da ku bi van êrîşên dijmin civaka Êzidî nayê tinekirin. Di vê wateyê de Cejna Çarşema Sor ku li gelê me yê Êzidî pîroz dikin, her sal bi ruh û hestê cejna berxwedanê ya hebûn û azadiyê tê pîrozkirin, watedartir dibe. 

Êzidiyên ku bi hişmendî, îrade û têkoşîna xwe pir nêzî bidestxistina mafên xwe yên Xweseriya Demokratîk bûne, ji bo pêşeroja xwe li ser xaka xwe ya qedîm ava bikin, bi biryar û baweriyeke mezin têdikoşin. Ji bo avakirina sîstemeke ku wê siberoja azad misoger bike, di nava têkoşîneke bi biryar de ne. Ev têkoşîn û pêngavên avakirinê yên bi biryardariyeke mezin li Şengalê tên meşandin hêviyê dide Êzidiyên hemû cîhanê. Di şexsê berxwedana Şengalê de gelê Êzidî careke din serî li ber êrîşan natewîne, xwe gihandiye kokên xwe û di vê serdema dîrokî de bi awayekî herî xurt bi muxatabên xwe re rû bi rû tê. Axa Êzidiyan dibe Heqwar. Bi hevdîtina Êzdiyan a bi van bawerî û nasnameyên gelêrî re Çarşema Sor û Serê Nîsan wateya xwe ya rast distînin. Ev ruh îrade û morala tevahî gelê Kurd bilindtir dike. 

Weke Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo gel û baweriyên li Kurdistan û herêmê dijîn, bi zîhniyeta neteweya demokratîk û azad jiyana bihevre bidomînin, zêdetirî 50 sal in em têdikoşin. Di vê têkoşîna bi rûmet a ku bi îradeyeke mezin hat meşandin de xort û keçên hêja yên gelê me yê Êzidî cih girtin û gelê Êzidî bi bedelên mezin piştgirî da têkoşînê. Di vî warî de gelê me yê Êzidî bi nasnameya xwe ya baweriyê, bi hişmendiyeke kûr û bi biryardariyeke pir watedar bi têkoşînê re ye. Weke Tevgera Azadiya Kurd, em careke din diyar dikin ku em ê li gorî perwerdeyên Rêber Apo, bi piştevaniya dozên mafdar ên gelê Êzidî û gelên herêmê yên ku ji aliyê hevrêyên me yên şehîd ve hatine emanetkirin, bibin yek. Em diyar dikin ku weke gel em ê bawerî û nirxên xwe yên nasnameyî biparêzin û heta azadiya Kurdistanê û hemû gelên Kurdistanî bi pêşengiya PKK’ê têbikoşin. 

Bi boneya Cejna Çarşema Sor jî em tekezî li ser wê yekê dikin ku divê di navbera Êzidiyan de yekitiyek bihêztir bê kirin. Em di wê baweriyê de ne ku rûspiyên Êzidiyan wê rola xwe di xurtkirina yekîtiyê de bilîzin û li dijî êrîşên qirkirinê û şerê taybet ên qirêj têkoşînê bimeşînin. Em cejnên wan jî pîroz dikin. Bi taybetî fermandar û şervanên wêrek ên civaka Êzidî di şexsê Hacer, Binevş, Xane, Berîvan, Mam Zekî, Mam Beşîr, Saît Hesen, Dijwar (Mervan Feqir), Zerdeşt Şengalî ku di têkoşîna azadî, xweserî û statuya Êzidiyan de jiyana xwe ji dest dan bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya gelên ku canê xwe feda kirine bi ser bixin."